21:13 26 Îlon 2017
Zindî
    Herêma Kurdistanê

    Nûnergehên Olî li Herêma Kurdistanê tên vekirin

    © Foto: Osman Bashqali
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 25 0 0

    Ligor yasaya hejmar” 5 “ ku taybete bi Ol û Ayîn û kêm Netewa li herêma kurdistanê ku di meha nîsana î sal de ji alyê perlemana kurdistanê hatye pejrandin pêwîste hemû Ol û Ayîn û Netewek li herêma kurdistanê nunerên xwe di sazyên hikumetê de hebin.

    Merîwan Neqşbendî Şêwermendê wezareta karubarên Olî ya hikumeta herêma kurdistanê ragehand" niha piştî pejrandina yasaya hejmare ” 5” peyrewkar û oldarên Kakeyî û Zerdeştî û Yehudî û Behayî daxwazkirye ku nuneratyên wa hebin û niha di wezaretê de nunerên xwe hene.

    Merîwan Neqşbendî bo Sputnîk Kurdstan xuyakir piştî derketina wê yasayê yekem car Oldarên Kakeyî daxwazkirin ku nuneratya xwe di wezareta karubarên olî de ya hikumeta herêma kurdistanê vebiken û di piştr oldarîn Zerdeştî û Yehudî û Behayî jî xwestin ku wan jî nuneratî hebe.

    Herweha xuyakir ev Ol tevî li herêma kurdistanê hebûn, lê jiber hatina îslamî û hin sedemên din piranya kesên oldarên Zerdeştî û Behayî û ji olên din jî, cih û warên xwe hêlan û ji navçeyên herêma kurdistanê derketin û niha careke din divê bi awayekî azad mil bimlê olên din li herêma kurdistanê ew jî oldarya xwe biken.

    Herwesa got: ligor yasaya hejmare “5 “ pêwîste li ser hikumeta herêma kurdistanê piştevanya wan olan bike û alîkaryên maddî jî jêre bike jiboy ku  bikarin peristgeh û mizgeft û cihên olyên xwe ava û nujen biken û di warê rewşenbîrî de jî senter û bingehên taybet bi çanda xwe vebiken.

    Sebaret  pirsgrêka mulkên peyrewkarên wan ola û eger vegerin bo herêma kurdistanê dikarin mulkên xwe bidest bînin, Merîwan Neqşbendî got: belê ligor yasayê ew kesên ku tepo û senda mulkên wan heye  di karin bi rêya sazyên havldarên hikumeta herêma kurdistanê daxaza vegerandina mulkên xwe biken û carekedin bidest bînin.

    Herweha tekez kir ku li hîç welatekê Islamî li Cîhanê yasayek weha taybet bi mafên Olên lihevcuda nîne û bo yekem care di Cîhana Islamî de yasayek weha bihê pejirandin û mafên tev Ola weku hev biparêze, lê piştî derketina vê yasayê hejmareke Cuhyan vegerayne kurdistanê û dest bikarên xwe kirye û dixazin livir jîyana xwe derbas biken.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de