04:45 23 Mijdar 2017
Zindî
    Balyoza YE li Îraqê yana Hibaskova, serokwezîrê herêma Kurdistanê Neçirvan Barzanî û serokê nûnergeha YE li Hewlêrê Patrîk Geysen li rêûresmê vekirna nûnergeha YE li Hewlêrê

    Nûnergeha Yekitiya Ewropayê li Hewlêrê vebû

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 63 0 0

    Doh bişev bi awayeke fermî Ofîsa Nûneratiya YE li Başûrê Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê hate vekirin. Di merasîma vekirina Ofîsa YAyê de, Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Balyozê YA li Bexdayê jî Jana Hybaskova amade bûn.

    Nêçîrvan Barzanî di vê merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de amaje bi giringiya biryara vekirina vê nûneratiyê da û ragihand: `Em ji mêj ve libende pêngavek wisa bûn`.  Barzanî ragihand ku, serdana Nûnera Karûbarên Derve ya YEyê bo Kurdistanê Federica Mogherini bo vekirina vê ofîsê sedemek girîng bû.  Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Barzanî behsa pêwendiya di navbera YA û Kurdistanê jî de kir û got ku `Pêwendiyên di navbera Kurdistanê û YAyê erênî û baş in û Kurdistan dikare sûd ji ezmûna welatên Yekîtiya Awropayê werbigre.`

    Barzanî di axavtina xwe de behsa êrişîn çekdarên DAIŞê bo ser Kurdistanê û bi taybet Şingalê û kurdên êzidî kir û got: `Piştî rizgarkirina hinek navçe û deveran heta niha 12 gorên bi kom hatine dîtin, lê tê çaverêkirin piştî rizgarkirina Şingalê hejmara gorên wisa zêdetir bin.`   

    Serokwezîr Barzanî herwiha daxwaz ji rayedarên YAyê kir, ku alîkariya Başûrê Kurdistanê bikin da ku dosyaya tawanên DAIŞê li dijî kurdan û bi taybet kurdên êzidî bo dadgeha navdewletî ya Lahey were şandin.

    Nêçîrvan Barzanî behsa zêdebûna hejmara nûnergehên welatên biyanî li Başûrê Kurdistanê jî kir û ragihand, heta niha 33 ofîsên nûneratiyên biyanî li Başûrê Kurdistanê hatine vekirin.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Etîketan:
    YE, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de