03:30 21 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Kurdistanê

    Kurdistan: pirsgirêka dirêjkirna heyama serokatiya Mesûd Barzanî

    © Foto: Osman Başiqlî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 22 0 0

    Dema yasaya desthelata Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê bidawî bû û part û alîyên sîyasî jî ta niha liser vê pirsgrêkê negehayne rêkeftinê

    Dema yasaya desthelata Mesud Barzanî weku serokê herêma kurdistanê îro bidawî bû û part û alîyên sîyasî jî ne liser  asta serkrdatyên xwe û ne jî liser asta perlemanê kurdistanê ta niha liser vê pirsgirêkî lihevnekirne

    Her yek ji welatên Amrîka û Berîtanya û Turkya û Netewên Yekbuuy bi rêya nunerên xwe tev hewlên xwe dane û her pênç partên mezin PDK e û Tevgera Goran û YNK e û Yekgrtûya Islamî û Komela Islamî li Kurdistanê liser asteka herî bilind bihevre civandin û rêkeftineke destpêkî kir û daxwaz ji perlemana kurdistanê kir ku civîna xwe ya ne asayî ya roja çarşemê, 19 tebaxê liser rastvekirina yasaya serokatya herêma kurdistanê bo roja yek şemê 23 tebaxê paş bêxe, lê jiber firaksyonên Tevgera Goran û YNK û Komela Islamî qaîl nebun, serokatya perlemana kurdistanê ew daxwaz redkir û civîna xwe lidar xist.

    Divabû ku 56 parlementer amade bibin heta civîna Parlamentoyê yasayî be, lê tenê 53 parlamenter amade bûn. Jiber vê yekê serokatya perlemana kurdistanê civîna xwe ya ne asayî vekirî hêşt û tu demek jibo lidarxistina civînek din eşkerenekir. Dr. Yusf Mihemed serokê perlemanê ragehand: jiber ku rêjeya yasayî temam nîne emê civînê paş bêxîn.

    Di pştre Birzo Mecîd serokê firaksyona Tevgera Goran ku bêtirî hemû firaksyonekê dijî dirêjkirina dema desthelata Barzanî ye bo dû salên din, di kongreke rojnamevanî de ragehand: îro cîvna ne asayî ya perlemanê kurdistanê bû, jiboy ku yasaya serokatya herêmê rastve bike û sîstema siyasî li herêma kurdistanê ji sîstema serokatî bo sîstema perlemanî bê guhertin û desthelatên serokê herêmê hinekî kêm bike û tev desthelatên din rêk bêxe, lê cihê daxê ye rêjeya yasayî temam nebû, lê belê helwîsta xwe tekez kir û got: dema rêjeya yasayî temam bibe, ewê yasaya serokatya herêma kurdistanê rast bikin.

    Ji aliyê xwe ve Umêd Xoşnaw serokê firaksyona PDK ê ragehand" îro îrada xelkê kurdistanê û îrada perlemana kurdistanê bi serkeft bi ser îrada wî alyê ku dixast xwe bi sepîne û got: PDK e tev hewl dan jiboy ku yekrêَzya niştîmanî û lihevbûna alyên sîyasî bi ser bi keve, îro em serblndîn ku em bi serketîn û jî îro pêşda tu hewl biser nakevin eger di çarçoveya lihevbûna niştîmanî da nebe û di vê çareserya pirsgrêka serokatya herêmê liser asta serkrdatya partên sîyasî be li derveya perlemana kurdistanê.

    Ji roja 20 tebaxê herêma kurdistanê ligor yasaya serokatya herêmê wê bê serok bi mîne û Tevgera Goran û YNK e û Yekgrtûya Islamî û Komela Islamî ku bi hevre 58 perlemantar hene, weha bawerin ku desthelatên serokê herêmê bo dema dû mehan dikevin destê serokê perlemana kurdistanê û PDK e û partyên hevalbendên wê ku bi hevre 53 perlemantar hene di bêjn Barzanî piştî roja 20 tebaxê bi tevaya desthelatên xwve her serokê şerî yê herêma kurdistanê ye.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de