23:58 20 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentera HDP a Amedê Çağlar Demîrel

    Demîrel:’Em bang li dewletê dikin jibo şerê qirêj rawestîne`

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 64 0 0

    Çağlar Demîrel buyerên ku li Bakurê Kurdistanê pêk tên nirxand û got ku daxwaza me ya herî giring ewe ku ev şerê qirêj ku li ser gelê kurd tê meşandin xilas bibe û êdî dewleta tirk dev jî qetil kirina kurdan berde û dest muzakereyan bike.

    Parlamentera HDP a Amedê Çağlar Demîrel ragihand ku  li Bakurê Kurdistanê di bin navê ewlehiya taybet ev demek dirêje ku li ser gelê kurd qetil kirin tê meşandin. Demîrel ji Sputnikê re axivî û got ku piştî ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê HDP Jİ bendavê derbas kir û AKP bi tena serê xwe nebû îktîdar, êrişan li ser kurdan pêk tîne. Di 5ê Hezîranê de di mitinga HDPê a Amedê da teqînek hat çê kirin. Ji wê demê şunde li Kurdistanê dîsa şerê qirêj destpê kir. Demîrel anî ziman ku niha hikûmeta AKP li Kurdİstanê tiştên bê hiquqî dimeşîne. ‘’AKP dixwaze ji her alî da kurda qetil bike, koçber bike û wan bombe baran bike. Cenazeyên kurdan nade wan. Ji her alî de kurdan qetil dike. Niha konsepta şerê qirêj dimeşîne. Her derî bobe baran dikin.’’

    Demirel got ku AKP niha li navçeyê ku HDP bi piranî deng standiye li Farqînê, li Silopiyê, li Gimgimê, li Geverê û li bajarên Kurdİstanê tevahî gulebaran dike û niha li ser gelê kurd qetlîamek heye. Niha jî yên ku bi îradeya gel hatibûn hilbijartinê hatine binçav kirin. Demîrel da xuya kirin ku di salê 90î de li ser gelê kurd qirkirin hatibû meşandin û niha jî  daxwaza dewleta tirk  ewe ku hêza gelê kurd bişkînin, gel jî vê yekê qabûl nake û li ber xwe dide. ‘’ ji vir û şunde gelê kurd zilm û zordariyê qabûl nake. Daxwaza me ya herî giring ewe ku ev şer xilas bibe û êdî dewleta tirk dev jî qetil kirina kurdan berde û muzakere destpê bike. Aşîtî û aramî ji bo gelê kurdan bê çê kirin’’

    Di dawiya axaftina xwe da Demîrel got ku em bang li dewletê dikin ku êdî bila dev ji vî şerê qirêj berdin û dest bi muzekeraya bikin ku muzare çê bibe, ewe aşîtî û aramî bê. ‘’

    Bi heman mijarî:

    Tirkiyê nêzîkî hilbijartinên pêşwext dibe
    Enqara: Amerîka wê heyama bicikirna `Petriot` li Tirkiyê dirêjneke
    Li Qersê şer; efserek artêşa Tirkiyê hate kuştin
    Li Tirkiyê 4 polîs hatin kuştin
    Li Tirkiyê qedexeya ser BasNews rabû
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    DAIŞ hişyarî dide Serokomarê Tirkiyê Erdogan
    Demirtaş: Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin
    Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de