17:56 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Civîna 5 partiyên Başûrê Kurdistanê destpêkir

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 14 0 0

    Piştî ku di parlamenê de her pênc partiyên sereke yên Başûrê Kurdistanê negehiştin encamekê, vê carê bo peydakirina çareseriya pirsa serokatiya herêmê, li derveyî parlemenê civiyan.

    Civîna aliyên siyasî îro di demjimêr 11:00 de li Hola Sead Abdullah li bajarê Hewlêrê destpêkir.

    Beriya niha Endamê Şanda PDK’ê Dilşad Şehab bo BasNews gotibû ku `hemû alî jî bi şêweyek giştî li ser projeya PDK’ê n;z’k’ hevin.`

    Heyama serokatiya Mesûd Barzanî bo serokatiya herêmê îro bidawî dibe.

    YNK, Tevgera Goran û herdu partiyên Îslamî Yekgirtû û Komel ji bo vê kursiyê ti namzet diyar nekirin. Li şûna vê yekê, bo guhertina sîstema hilbijartina serokatiya herêmê, projeyasayek amadekirin. Lê belê PDK, partiyên din û pêkhatên parlemenê ev yek qebûl nekirin û xwestin ku li ser vê mijarê lihevhatin çêbibe.

    Encûmena Şûraya Dadwerî jî biryar da ku heyama erkê serokatiya herêmê ya Barzanî heta hilbijartinan berdewam be.

    Serokê parlamenê xwest ku parlamen roja 19 Tebaxê, ango doh, bicive û vê proje yasayê gotubêj bike. Lê belê hejmara pêwîst ya parlamenteran amade nebû.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de