02:58 25 Mijdar 2017
Zindî
    Cafer Iminkî

    Iminkî: civîna perlemanê kurdistanê ya biryare sibe lidarkeve ne yasayî ye

    © Foto: Osman Başiqlî
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 19 0 0

    Di roja 20 vê meha tebaxê de, dema desthelata Mesud Barzanî weku serokê herêma kurdistanê bidawî dibe, piştî ku bo dû salan dema desthelata wî ji alyê perlemana kurdistanê ve di roja 30 meha xezîrana sala 2013 de hatye drêjkirin.

    perlemana kurdistanê roja çar şemê 18 tebaxê dyarkrye ku pirojê yasaya serokatya herêmê rastvebike  dawî bi dema desthelata Barzanî bîne. Di hemberê de civata şora ya kurdistanê ku bilindtirîn civata karubarên yasayî ye û erka wê şirovekirina têkstên yasayî ye, biryar wergirt ku Barzanî bo dema dû salên din liser posta xwe bi tevaya desthelatên xweve bimîne.

    Herweha Ce'fer Iminkî cêgrê serokê perlemana kurdistanê ku diheman demê de berdevkê mekteba syasya partya dîmukrata kurdistanê di kongreke rojnamevanî de dawî nêrîn û helwîstên pdk ê li hember pirsa serokatya Barzanî anîn û ziman û ragehand" pirosa syasî li herêmê liser bingehê lihevhatinê çêbuye û pêwîste tev alî bitaybetî perlemantar vegerin bo karê lihevhatnê. 

    Herweha xuyakir ku civîna perlemanê kurdistanê ku biryare roja çar şemê bihê lidar xistin civînek yasayî nîne û ew wek firaksîwna pdk ê baweryê pê naden.

    Herwesa got: pirsa serokatya herêma kurdistanê pirsekî syasîye û perlemana kurdistanê nikare wê  pirsê çareser bike û  pêwîstya wê bi çareseryeke syasî û lihevhatina part û alyên syasîye li kurdistanê heye û tanihu hewlên tev alya berdewamin jiboy ku bgehin çareseryekê ji vê pirsê re.

    Ce'fer Iminkî hîvî xwestin ku di roja çar şemê da perlemantar yasayek biser pdk ê de nesepîn ku hevalbendekê serekyê pirosa syasîye li herêma kurdistanê û pirsyar kir gelo: yasayek weha çi mifa û qazancek heye bo herêma kurdistanê û her ji destpêka avakirna perlemana kurdistanê û tanihu karê perleman liser bingeha lihevhatinê birêveçûye jiber wê yekê pêwîst dike niha jî alî penayê neben ber karê piranyê û vegerin bo karê lihevbûna niştîmanî.

    Li dawyê cêgrê perlemana kurdistanê tekez kir ku tev hewlên pdk ê syasîne û di çarçuveya yasayê de dibin û got: di dema derbas buyî de pdk ê bo raya giştî ew yek selmandye ku tu karekê nemedenî nake û bawerî bi dîmukrasî û guhertina desthelatê heye.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de