14:19 24 Mijdar 2017
Zindî
    Firoka `yak-130` li Pêşangeha Navnetewî a Firokan-2009 li bajarê derdora Moskowê-Jukovskê

    Îran li pêşangeha navnetewî a firokan-2015

    © Sputnik/ Anton Denisov
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15 0 0

    Wek ji Sputnik Persian re diyarbû, şanda Îranê wê yek ji şandên herî mezin li Pêşangeha Navnetewî a Firokan -2015 be.

    Nûnerê fermi yê Pêşangeha Navnetewî ya Firokan li Îranê  Şahram Waqefînejad  di hevpeyvîna xwe bi Sputnik Persian re bi awakî hûrgilî derbarê dîroka beşdariya Îranê di vê pêşangehê de axivî:

    Pêşangeha Navnetewî ya Firokan ji sala 1911-an ve li Rûsyayê tê birêvebirin. Di dema Sovyetê de jidêvla vê  pêşangehê tedrîbat û gerwerzên cuda yên hêzên hewayî dihatin kirin. Pêşangehê-berya li ser astek pir bilind hatiye orgenîzekirn. Jiber vê yekê jî, serokê Rûsyayê bixwe wê di rêûresmê pêşangehê de amade bibe.  Pêşangeha Navnetewî ya Firokan bi hejmara pêşanên nûjentirîn firokan, li cîhanê nemre yeke. Bitaybetî jiber vê yekê nerîna li Jûkovskê jibo beşê hewayî yê Îranê pir balkêşe. Wek ji min re diyare ku bêtir ji 750 kompaniyên ji 40 welatan wê di vê pêşangehê de beşdarbibin. Dibê ku hejmara van kompaniyan di çen rojên mane de zêde bibe. Ne dûre ku rakora pêşangehê ya sala borî bê şikandin. Li gorî zanyariyên fermi, li Peşangeha navnetewî a Firokan-2014 rêkeftinên bi nirxê nêzîkî 21 milyar dolar hatibûn Girêdan.

    Di salên pêşîn piştî hilweşandina Yekitiya Sovyetê de, beşdarya Îranê di vê pêşangehê de pir sînorkirî bû. Tenê di sala 2000-an de em nema mêvanê vê pêşangehê yê çavdêrbûn. Îran êdî di nav 15 salan de di Pêşangeha Navnetewî a Firokan de beşdardibe. Destpêkê xaka pavilyonên me ji 8 heta 12 mçargoşe bû. Îro êdî em amadene li xaka 150 m çargoşe pêşwaziyê li mêvanan bikin. 

    Bi giştî li stenda îranî wê hilberînên sê markên bazirganî: Ajansa Gerdûnî ya Netewî ya Îranê, Kompaniya Sazkirna Otomobîlan `Aviko`, her wiha kompaniya yekbûyî ya hewayî û gerdûnî  ya pişekarsazên Îranê wê bên pêşkêşkirin. Ji bilî wê, xwendevanên çend zanîngehan û afiranderên navendên lêkolînê yên taybet yên Îranê jî wê hizrên xwe pêşkêşbikin. 

    Pêşangeha niha ya Firokan jibo Îranê wê ne tenê jiber ku ew bi şanek mezin beşdardibe wê rakor be.  Piştî rêkeftina derbarê bernama atomê li Viyenayê, derfet li ba Îranê çêbûye ku hevkariyê ne tenê bi kompaniyên dewletê re, li bi yên taybet jî re hevkariyê bike.

    Bi heman mijarî:

    Waşington nema zane bê kî ji Rûsya xerabtire, DAÎŞ an korsan
    Rûsya û Erebistana Siûdiyê êdî bêtir hevdîtinan dikin
    Amerîka û Rûsya li ser vekolîna çekên kîmyayî li Suriyê lihev kirin
    Waşigton bawer ne dikir ku Pûtîn wisa bilez Rûsya vejîne
    Bogdanov: şêwrên derbarê Sûriyê dibe ku bi beşdariya DYA, Rûsya û NY lidarkevin
    Pûtîn: Rûsya li rûberiya bi welatên din re nagere
    Rûsya hawîrda konservên masiyan ji çend kompaniyên Latviyê qedexekir
    Parlamenterê Fransî: Qirima Rûsya ji mere ne metirsîdare lê ambargo tirsnake
    Rûsya dikare dest ji pabendbûna normên hiquqa navneteweyî berde
    Rûsya-Pişekarî-Çavdêrî
    Dadgeha Mafê Mirov-Rûsya-Destûr
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Puşkov: Rûsya wê tevlî hevpeymana dijî DAÎŞê nebe
    Wezîra amerîkî: jibo ewledariya netewî, Rûsya gefa herî mezine
    Rûsya biryara CE NY ya derbarê jenosida li Srebrenitsê red kir
    Ûşakov: Rûsya bihîstiye ku Atîna dixwaze tevlî BRICS bibe
    Pûtîn: Rûsya bazara serwerîyê nake
    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Rûsya 5,92% ji dengan di banka Asyayê de wergirt
    Karter: Tevgera Rûsya di rewşa Ûkraynê de jibo DYA surpriz bû
    Fransa û Belçîka hesabên nûnerên Ajansa `Rûsya îroyî` girtin
    Etîketan:
    Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de