14:46 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Zehawî: Ti dezgehek nikare biryara Encûmena Şûraya Dadwerî hilweşîne

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 36 0 0

    Yasanas û Endamê Lijneya Nivîsîna Destûra Herêma Kurdistanê Sîrwan Zehawî dernarê Biryara Encûmena Şûra de axivî û diyar kir ku ne dadgaha temyîz ne jî ti dezgehek din ê yasayî nikare biryara Encûmena Şûraya Dadwerî hilweşîne, jiber ku Şûraya Dadwerî ji her sê dezgehan: Dadgeha Îdarî, Dezgeha Serokatyê û Degeha Berzefkirina Giştî pêk tê.

    Zehawî got: `Weke mînak, her biryarek ji Encûmena Dadgeha Berzeftkirinê derbikeve dikare li Encûmena Şûraya Dadwerî îtîraz bo bê kirin, lê heger Encûmena Şûra vê biryarê erê bike, wê demê tê cîbicî kirin.`

    Sîrwan Zehawî daxuyand ku Serokatiya Herêmê û Serokê Parlamenê jî serlêdana Şûrayê kiribûn û xwestibûn ku bê aşkere kirin ka bi vî awayî piştî 20’ê Tebaxê kî dibe serokê herêmê. Şûrayê jî biryar ji bo dirêjkirina heyama erkê Barzanî daye.

    Zehawî ragehand ku parlamen jî nikare vê biryarê hilweşîne, lê heger di parlamenê de biryarek li dijî vê derket û dîsa lihevkirin liser çênebû, dose dibe ku  pêşkeşî Encûmena Şûraya Dadwerî bê kirin.

    Doh Encûmena Şûraya Dadwerî derbarê pirsa hilbijartina serokê herêmê de biryara xwe dabû ku Mesûd Barzanî heta hilbijartinek din weke Serokê Herêmê bimîne.

    BasNews.

    Bi heman mijarî:

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir
    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de