16:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    Metranên Kurdistanê piştevaniya mayîna Barzanî dikin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 12410

    Metranên Katolîk û Ortodoks ên Kurdistanê derbarê qeyrana siyasî ya li Herêma Kurdistanê beyanameyek hevbeş weşandin û behsa dîroka gelên Mesîhî yên li Iraq û Kurdistanê kirin û diyar kirin ku di dirêjahiya dîrokê de çarenûsa wan ligel gelê Kurd yek bûye.

    Metranan diyar kirin ku bi taybet piştî hatina DAIŞ’ê rewşa Mesîhiyan ne baş bûye û bi darê zorê ji warên xwe hatine dûrxistin.

    Herwiha Metranan amaje bi rola Mesûd Barzanî kirin û diyar kirin ku pêşiya wî jî Mele Mistefa Barzanî di serdema şoreşê de hebûn û senga Mesihiyan berçav girtiye, Desteya Bilind a Karûbarên Mesîhiyan damezrandiye û gotin ku ev belge jî nîşana wê yekê ye ku Barzanî bawerî bi van gelan heye û rêz li hemû cudahiyên etnîkî û olî digre.

    Metran dibêjin: `Em weke Mesîhiyên Kurdistanê baweriya me bi serweriya yasayan heye. Di ezmûnên berî de jî bo me aşkere bûye ku di herêmê de, Barzanî parêzvanê aştî, aramî û rêzgirtinê ye. Em weke nûnerên tayfî yên Mesîhiyên Kurdistanê piştevaniya dirêjkirina heyama serokatiya birêz Barzanî dikin. Nexasim ku Kurdistan di şert û mercek awarte de derbas dibe.`

    Metranên Mesîhiyan daxwaza yekhelwestî û diyalogê jî ji aliyên siyasî û partiyên Kurd dikin û dibêjin: `Daxwaza zelalkirina prensîpê giftûgo, yekrêzî û hevqebûlkirinê dikin. Hûn hemû mil bi milê hev ligel Barzanî de kar bikin heta gelê me di vê pêvajoya hestyar û ne rehet ê dîrokî de bigehe kenara aramiyê.`

    Bi heman mijarî:

    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de