08:32 22 Mijdar 2017
Zindî
    Cemîl Bayik

    ‘PKK ji bo rawestandina şer bi dizî ligel Amerîka hevdîtinan dike’

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 140 0 0

    Rojnameya Brîtanî Daily Telegraph nûçeyek derbarê hevpeyvîna ligel Hevserokê Konseya Rêvebir a KCK’ê Cemîl Bayik de weşand.

    Nûçeya bi sernivîsa, `PKK jibo pevçûnên ligel Tirkiyê rawestîne bi veşartî ligel DYA hevdîtinan dike.` hatiye weşandin û cîh daye van gotinên Bayik: `Ez dubare bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dikim daku navbeykariyê di navbera me û Tirkiyê de bike. Heger garantiyekê bidin me emê jî rola xwe bilîzin. Lê belê heger nedin em nikarin bi awayek yekalî gavan biavêjin.`

    Di nûçeyê de tê gotin ku piştî destpêkirina pevçûnên di navbera PKK’ê û Enqerê de tekoşîna li dijî DAIŞ’ê jî zehmet bûye û tê gotin ku heta niha hêza herî çalak li dijî DAIŞ’ê Kurd bixwe ne.

    Di nûçeyê de hatiye gotin ku ji bo bidawî anîna pevçûnan rola Amerîkayê jî aşkere bûye. Cemîl bayik jî dibêje, `Ji bo Amerîka bibe navbeynkar firsendek çêbûye.` Herwiha rexneyên Bayik yên derbarê Erdogan jî dinivîse û dibêje ku `Bayik dibêje yê ku şer gur dike Erdogan e.`

    Daily Telegraph di heman demî de cîh dide van gotinên Bayik: `Heger DYA bi berdewam piştgirî bide polîtîkayên Tirkiyê, wê demê eger heye ku piştgiriya Kurdan winda bike.

    Heger DYA Kurdan jî jidest bide, zehmete ku li hember DAIŞ’ê serbikeve.`

    Bi heman mijarî:

    KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin
    KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    KCK: Em 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin û hêzên demokrasiyê qezenç bikin
    Şandek ji başûrê Kurdistanê serdana KCK dike
    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de