03:57 21 Mijdar 2017
Zindî
    Noşerwan Mustafa

    Turkmen daxwazekê ji Serokê Goran dikin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 5610

    Parlamenterê Goran li Parlemana Kurdistanê Bestun Fayiq bi navê Gruba Goran li Parlamnetoya Kurdistanê ragehand ` kêmnetew û kemîneyên Kurdistanê ji aliyê PDK’ê wek pêlistok tê bi kar anîn bo zixtê bixin ser me.`

    Li ser vê daxwuyaniya Goran Turkmen û kemîneyên olî yên Kurdistanê acizbûn û Serokê Gruba Turkmenan Muna Kahvecî bi tundî bersîva Goran da û got `Goran rastî şokeke seyr hatiye û heriş dike ser welatiyan. Di dema ku em bi hemû hezê xwe hewldidin jibo helwestên aliyan nêzîkî hev bikin, Goran van ragihandinan dike. Niha ya rast ewe ku PDK’ê û Serokê Herêmê bi cîdî kar dikin jibo mafên kêmnetew û kemîneyên olî di Destura nû ya Kurdistanê de were parastin û mafên wan were misogerkirin. Bila were ji mere bêjin  bê çi xerabi ya vê hewlê heye?.

    Serokê Gruba Turkmenan hewl û wefaya Barzaniyê nemir ya bo kêmnetewê Kurdistanê bi bîranî û diyar kir ku ` Mela Mustafa Barzanî yek ji piştgir û parêzerê serkî yê mafên kêmîne û Turkman bû û pêwîste ku me jî hezkirin û wefayek mezin hebe bo Barzanî ku Goran hatiye me bi çi tawanbar dike?`

    Kahvecî bi tundî bersîva Goran û got “ Henek alî rastî şokê ke eceb hatine û nexweş ketine. Xwede şifayê bide wan û vegerin ser rêya rast. Ji ber ku daxwuyaniya parlemanterê Goran bêhna şerê navxweyî û birakujiyê jê tê. Em eşkere ji wan re dibêjin 23.7.2015 careke din nayê dubarekirin.`

    Kahvecî peyama xwe ya bo Serokê Goran Newşirvan Mistafa weha anî ziman “  Peyama me bo Newşirwan Mistefa eve ko rê nede Goran dijatiya kêmnetewan bike`.


    Bi heman mijarî:

    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    YNK û Goran: Em sîstema parlemanî dixwazin
    Goran: Ya herî baş sîstema parlamenterî ye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de