03:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Şervanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)

    PKK’ê çend deverên Herêma Kurdistanê radestî Îranê kir

    Sputnik
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6620

    PKK û Komara Îslamiya Îranê li ser deriyê Gumrika Gortîşo li hev kirin.

    Çankaniyeka agahdar ji rêveberiya Raperîn ragehand “ PKK’ê ji berpirsên Artêşa Pasdarên Îranê re gotiye ku ev Gumrika hanê mehane 700 hezar dolar dahata wê heye. Piştî hevdîtin û guftugoyan PKK’ê li himber wergirtina 8milyon û 500 hezar dolar bo yek salê ev Gumrika li ser Sînorê Rojhilatê Kurdistanê radestî artêşa pasadaran kir.`

    Her wiha, çavkaniyê  got ku ` PKK’ê berya du rojan  çiyayê Casusan û deverên Koreş û Beneyserû vala kir. Piştî vekişîna PKK’ê aniha çekdarên Pasdarên Îranê ev deverana hemû kontrol kirine. Ev navçane dikeve Rojhilatê Qendîlê.`

    Çavkaniyê diyar kir ku `Sala borî PKK’ê devera Çekoş,Baneser û Casusan radestî pasdarên Îranê kir. Dever dikeve nav sînorê Îraqê û axa Herêma Kurdistanê de.`

    Çavakanî hewla Îranê ya bi salane ku dixwest çiyayê casusan ji destê Pêşmergan derxîne bi bîranî û got “ PKK’ê ew çiya radest kir ku Îranê bi salan hêriş kire ser pêşmergeyan da ku bikaribe wan ji wî çiyayî derxine û bixe kontrola xwe. Ev çiya pir girînge ji berku çend kilometrek ji bajarokê Qeladizê dure û bi vê rêyê Îran bi asanî dikarê vêderê kontrol bike.`

    Gortîşo dikeve devera sînorê di navbera cîhên serekî yê bi cîhbûna PKK’ê û devera Mengurayetî bajarê Xanê yê Rojhilatê Kurdistanê. Ji wê deverê wêtir li aliyê xware bazarek heye ku Qaçaxçî tê da kirîn û firotinan dikin. Bi rêya vê qaçaxçîtiyê bi sedan malên hejar û feqîrê jê sud werdigrin. Rojane 300-400 qaçaxçî tên vê deverê bi hespan barê xwe dikirin û ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve diçin. Piraniya gundiyên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê bi qaçaxçitiyê dikarin debara xwe û zarokên xwe bikin. 

    BasNews.

    Bi heman mijarî:

    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    DYA: Me divê PKK ji nûve dest bi danûstandinan bike
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    ‘Divê PKK çakan bêdeng bike û hikûmet jî operasyonan rawestîne’
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Reha Ruhavîoğlu : ‘ Divê rê vebe ku mesajên Serokê PKK Abdullah Öcalan bigihîje Heyeta İmraliyê’
    HêzênTirkiyê şevê din dîsa baregahên PKK’ê bombebaran kirin
    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin
    PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane
    PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    Etîketan:
    Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de