01:03 19 Tebax 2017
Zindî
    Recep Tayyip Erdogan

    Firat: `Erdogan ji bo berjewendiya xwe pêvajoya aşitiyê xist bin lingan`

    © Sputnik/ Sergey Guneev
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18610

    Berdevkê KCD Seydî Fırat got ku Serokkomarê Tirkiyeyê beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê dît ku tu menfeata wî ji pêvajoya aşitiyê nemaye, pêvajoyê xist bin lingên xwe û niha konsepta şer di meşîne ev yek jî, pêvajoya aşitiyê pir lawaz xistiye.

    Seydî Firat ji Sputnik Kurdistan re qala pêvajoya aşitiyê kir û anî ziman ku ev çend sale  gelê kurd bi hêviyek mezin li pêvajoya aşitiyê mêze dikir, lê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdoğan beriya hilbijartinên 7ê Hezîranê, pêvajoya aşitiyê xist bin lingên xwe û bê qîmet kir.’’Pêvajoya aşitiyê pir lawaz ketiye. Her dû alî jî negotine ku pêvajoya aşitiyê qediyaye,lê ev jî rastiyeke ku pêvajoya aşitiyê gelekî lawaz ketiye. Ev sê sale ku gelê kurd bi hêviya aşitiyê bû. Xeyalê  gelê kurd ew bû ku aşitî çê bibe. Armanca Serokkomarê Tirkiyeyê  ew bû ku  ne ku  pirsgirêka kurdan çareser bike, kurdan îdare bike. Dawiya dawî pirsgirêka kurd anî asteka wisa ku got; ez vê pirsgirêkê qabûl nakim.’’

    Firat  got ku ew wek Komeleya Civakên Demokratîk ji bo ku pêvajoya aşitiyê dîsa were meşandin çi ji destê wan tê, dikin. ‘’Îro em wek KCD hesap dikin ku em dikarin çi bikin ku pêvajoya aşitiyê dîsa  bê meşandin, em çawa  dikaribin müzakereyan  bidin destpê kirin. Ev ji bo me pir zor e, em demekî pir giran de derbas dibin. Ji her dû aliyan  canazeyên mirovan tên. Gelê kurd ji bo aşitiyê fedakirineka mezin kir. Îro dinêhrin ku rewş ne baş e. Em wek Kongreya Civakên Demokratîk çi qas rexistinên medenî hene, me bang li wan kir. Me li  140 rexistina  bang kir ku divê her kes pêvajoya aşitiyê xwedî derkeve kû pêvajoya aşitiyê dîsa were meşandin. Me bi delegeyên xwe re,di nava xwe de şewirîn, gelo em dikarin çi bikin. Me deklerasyonekî belav kir. Li Kurdistanê çi qas baro û saziyên sîvîl û çi qas rexistinên medenî hene fikrên wan distînin ku em dikarin çi bikin.’’

    Seydî Fırat got ku  ku hikûmet niha çavên xwe ji ser gelê kurd biriye. ‘’Hesabê AKPê ew bû ku HDP ji bendavê derbas nebe û li Rojava YPG  Tel Abyad ê bi dest xist, ev  yek ji bo stratejiya Tirkiyê giring bû. Firat da xuya kirin ku destkeftinê gelê kurd li xoşa hikûmetê neçû. ‘’Êdî AKP xwe nêzî kurdan nake. Gelo kurd çi difikirin, daxwaza wan çiye êdî  li ser van  nasekne. Hikûmet vê difikire;gelo şer li kur be ku rayên min zêde bibin û li Rojhilata Navîn gelo ev şer çi feyde ji min re bîne. Încîrlîk’ê ezê bidim Amerîka gelo ev yek çi feyde bide min ku darbeyek mezin li  PKKê bixim. ‘’

    Seydî Firat qala niqaşên koalîsyonê kir û da xuyand ku mumkine ku hilbijartinek pêş wext  çê bibe.Niha ji bo hikûmetek bê avakirin di nava AKP û CHP de hevdîtin çê dibin lê her dû partî jî, ji hev ne bawerin. Rewşa dawî de wisa  xuya dike ku şansê koalisyonê zêde bûye ji ber ku pirsgirêk giranbûne û AKP bi tena serê xwe nikare ji bin van pirsgirêka rabe. Ya AKP û CHP kualisyon çê bikin yan jî AKP û MHP îtîfaka şer çê bikin.  Di koalisyona AKP û MHP de  heya ji destê wan were, ewê darbe li kurdan bixin û dewletek nijadperest, dewletek mîlîtarist û li dijî kurdan, dijî mafên mirovan konseptek wisa di mêjiya wan de heye. Tirkiye niha  demekî li ser şer difikire. Erdoğan dema bû Serokkomar dît ku menfeata wî di pêvajoya aşitiyê  de nemaye  konsepta şer xist dewrê. Li Rojava, li Kobanê gav bi gav li ser gelê kurd şer da meşandin. Ev şer dema hilbijartinên de pir giran bû şerê psikolojîk li ser gelê kurd  hat meşandin û Tirkiyê di warê stratejiyê krîmîlaze bû. Nêhzîkbûnek nû çê kir.’’

    Firat  qala rewşa Rojhilata Navîn kir û got ku niha Rojhilata Navîn de rewşek ne baş heye DAİŞ  li hemberî kurdan qirkirinaka mezin da meşandin di serî da jî kurdan kirine hedefên xwe. Kurd pir ber xwe didin lê kurd di qada navneteweyî de hinekî bi tenê mane.  Firat got ku niha hinek hêz dixwazin Tirkiyeyê bikşînin nava şer lê şartên navneteweyî dest nade ku Tirkiye bikeve şer. ‘’Ne gelê kurd, nê jî gelê tirk şer naxwaze û şertên navneteweyî dest nade ku Tirkiyê bikeve şer. Di salên  90 î de şerekî pir qirêj hat meşandin. Yekitiya Awrupa û Amerîka di vî şerê qirêj de pir aiîkariya Tirkiyê kirin û divê Amerika û Awrupa xwerexne bike ku ev şerê qirêj nedaye  sekinandin. Niha min tiştekî  fêm kiriye ku hem Amerîka û hem Awrûpa ji Tirkiyê re dibêje; li hemberî PKKê şer bike, lê nek wek berê.Konsepta ku berê hatiye meşandin, em tevlî wê nabin mumkine hinek cûdatî di nav van noktayan de hebe.’’

    Bi heman mijarî:

    Li Tirkiyê 4 polîs hatin kuştin
    Li Tirkiyê qedexeya ser BasNews rabû
    YPG: Tirkiyê 6 şervanên me radestî El Nusrayê kirine
    DAIŞ hişyarî dide Serokomarê Tirkiyê Erdogan
    Demirtaş: Divê YA û NATO zextê li Tirkiyê bikin
    Eniya El Nusra daxwaza Tirkiyê pêktîne
    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de