23:53 20 Mijdar 2017
Zindî
    kurdistan

    Meclîsa Ruhanî ya Êzdiyan dixwaze Barzanî di postê xwe de bimîne

    © Foto: Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 7010

    Meclîsa Ruhanî ya Kurdên Êzdî li ser navê hemû Êzdiyên Herêma Kurdistanê hewlesta xwe ya derbarê pirsa hilbijartina serokê herêmê de ragehand.

    Di daxuyaniyekê de ku li beyta pîroz a Êzdiyan Laleşê hate xwendin, Meclîsa Ruhanî ya Kurdên Êzdî daxuyand ku ew dibînin ku pêwîste Mesûd Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê bimîne.

    Meclîsa Ruhanî ya Êzdiyan bi bîr anî ku Başûrê Kurdistanê di pêvajoyek awarte de ye, qeyranê darayî û şerê DAIŞ’ê heye, her wiha qadên Êzdiyan di bin dagirkeriyê de ne û bi sedan Êzdî di destê DAIŞ’ê de ne. Lewma jî ew hêvî dikin ku pirsgirêkên nevxweyî jî zêdetir nebin sedema perçebûna helwesta neteweyî.

    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de