07:36 21 Mijdar 2017
Zindî
    Artêşa Tîrkîye û YPG

    PYD gefan li alîgirê partiyên Kurdî yên Rojava dixwe

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    29230

    Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Suriyê Ebdurehman Apo ragehand hêzên asayîşê ya ser bi PYD’ê li Efrînê zextê li alîgirên wan dike da ku bi zorê leşkeriyê bikin û herwiha gefan li endam û alîgirên wan dixwe.

    Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Suriyê Ebdurehman Apo di daxuyaniyekê de diyar kir ku li navçeya Kurdaxa, Şihê û Reco ya Efrînê, bi teybet jî gundên Birbind, Kulyan, Qasmûdikê, Cubana, Bidîna, Şêx bala, Çeqilmê, Hesen Kilkawî, Mira, Mimla û hind gundên din, eve hefteyeke hêzên asayîşê zextan li xelkê dikin ku leşkeriya bi naçarî bikin.

    Apo ragehand ku PYD’ê li herêmê yasaya leşkeriya mecbûrî dexistiye û xelkê dibe leşkeriyê û da zanîn ku xelkê gundên van deran bi piranî alîgirên wan û partiyên din ên Kurdî ne, naxwazin di bin banê PYD’ê de leşkeriyê bikin.

    Ebdurehman Apo herwiha daxuyand; `Hêzên sayîşê dikevin nav malên kadro, dost û alîgirên me, gefan dixwin û dijûnan didin, gotinên wesa dibêjin ku di ferhenga civakê de cihê wan nîne.`

    Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Suriyê Ebdurehman Apo, diyar kir ku herêm jixwe di bin dorpêça DAIŞ û El Nusrayê de ye, hêzên PYD’ê jî bi van kiryarên xwe dorpêça li ser gel tend dikin û dişidînin.

    Apo ji bepirsan xwest ku dest ji van kiryaran û pêkanînan berdin.

    Bi heman mijarî:

    PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike
    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de