03:51 21 Mijdar 2017
Zindî
    PKK

    KCKê banga agirbesta dualî kir

    © Sputnik/ Cesîm Îlhan
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 6210

    Piştî banga HDP’ê ya ji bo agirbestek dualî, KCK’ê jî bi daxuyaniyekê bersiv da û got: `Pêwîstî bi vînek siyasî heye ku pêvajoyek çareseriyê birêve bibe, Ocalan bikaribe di mercên azad de hevdîtinan bike, encamên hevdîtinan di parlamenê de bibin yasayî.`

    KCK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji sala 1990’î heta niha 9 caran agirbesta yekalî îlan kiriye firsend daye dewleta Tirk û hikûmetên wê  daku pirsgirêkan bi rêyên demokratîk û siyasî çareser bike. Her wiha gelek firsendên çareseriyê dane AKP’ê lê belê AKP’ê ev firsend ji bo berjewendiyên xwe bikaranî û ev derfet berhewa kir.

    KCK’ê amaje bi wê yekê da ku pêwîstî bi helwestek dilsoz heye ku agirbestê di aliyê xerab de bikar neynin û aştiya mayînde pêk bînin. Ji bo berdewama proseya çareseriyê pêwîstî bi vînek siyasî heye. Her wiha divê Ocalan jî bikare şert û mercên azad de hevdîtinan bike. Encamên hevdîtinan di parlamenê de bibin yasayî.

    KCK’ê her wiha xwest ku hemû girtiyên siyasî yên ji Newroza 2013’an ve hatine girtin serbest bêne berdan û agirbesta pêwîst bê sazkirin. Komîteyek çavdêriyê hebe bibe çavê sêyem û danûstandinan bişopîne.

    Bi heman mijarî:

    KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin
    KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    KCK: Em 7’ê Hezîranê AKP’ê di sindoqan de veşêrin
    Nûnerê KCK:`Me êrîş ser PDKÎ nekiriye û kes nikare li ser dijmintiya PKKê bibe hêz`
    KCK: Wê tevayî provokasyon vala bên derxistin û hêzên demokrasiyê qezenç bikin
    Şandek ji başûrê Kurdistanê serdana KCK dike
    KCK: Artêşa Tirkiyeyê dixwaze dest bi şer bike
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de