06:42 23 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    PDK û YNK pirsa hilbijartina serokê herêm gotebêjkirin

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 1510

    Şanda Yekitiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ya di bin serokatiya Cîgirê Sekreterê YNK’ê Kosret Resûl, li gel berpirsên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) îro li Hewlêrê civiyan û pirsa hilbijartina serokê herêmê û nakokiyên siyasî gotebêjkirin.

    Piştî civînê endamê şanda PDK’ê Mehmûd Mihemed û Îmad Ehmed li ser navê YNK di kongreyek rojnamevanî de diyar kirin ku `Kurdistan îro di qonaxek hestyar de derbas dibe û herdû alî divê biberpirsyarî vê rewşê ber çav bikin û pirsgirêk divê bi rêya lihevkirinê bêne çareserkirin.`

    Mihemed balkêşa ser peyama Serokê Herêma Kurdistanê û daxuyand ku heger pirsa sîstema hilbijartina serokatiya herêmê di navbera aliyan de neyê çareserkirin, ew dixwazin ku gel di vê mijarê de biryarê bide.

    Îmad Ehmed jî daxuyand ku mijarên di civînê de hatine nirxandin wê li civîna mekteba siyasî ya partiya wan de jî bêne gotubêjkirin û paşî biryarên xwe bidin.  Ehmed amaje bi wê yekê da ku di navbera nêrînên herdu aliyan de cudahî hene, lê got ku ev yek nayê wê wateyê ku ev pirsgirêk nayên çareserkirin. Ehmed got ku ew geşbîne ku pirsgirêk bi tifaq û lihevhatinê bê çareserkirin.

    Ehmed herwiha got ew li dijî du îdareyî û parçe kirina Kurdistanê ne û got: `Me ligel PDK rêkeftina stratejîk kiriye.Hikûmeta niştîmanî damezrandiye. Jiber vê jî nayê qebûlkirin û ne rewa jî ye ku her behsa vê yekê bikin.`

    Bi heman mijarî:

    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê
    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de