08:29 22 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Herêma Kurdistanê berdewamya pirisgirêka serokatya Herêmê

    © AFP 2017/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 84 0 0

    Heta niha part û alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê li ser pirisgirêka serokatya Herêma Kurdistanê negihayne tu rêkeftinê.

    Ligor wê yasa ku di roja 30 xezîrana sala 2013 de ku ji alyê perlemana kurdistanê ve hatye pejirandin û têde dema desthelata Mesud Barzanî weku serokê herêmê bo dû salên din dirêjkrî, di roja 19 vê meha tebaxê de dû salên desthelata Barzanî wê bidawî bibin, partya demokrata kurdistanê ku Barzanî serokatya wê dike ji part û alîyên sîyasî li Herêma Kurdistanê dixaze jiber kawdan û rewşa herêm têde derbas dibe, qaîl bibin careke din dû salên din dema serokatya Barzanî dirêj bikin, birêya rastvekirina yasaya serokatya herêmê. lê her çar alîyên din di nêv perlemana kurdistanê de ku ji Tevgera Goran û Yekêtya Nîştîmanya Kurdstanê û Yekgrtûya Islamî û Komela Islamya kurdistanê pêkhatîne, tanihu qaîl nebuyne dema serokatya Barzanî carek din bo dema dû salên din dirêj biken û dibêjn ew daxaza pdk ê daxazeke ne yasayî ye û Barzanî maf nîne carek din xwe namzend bike jiboy posta serokatya herêmê. herweha dixazin sîstema sîyasî jî li herêmê ji sîstema serokatî bo sîstema perlemanî weku sîstema Iraqê bihê guhertn û desthelatên serokê herêmê bidin serokê civata wezîran û tu desthelatekî weha jiboy nehêlin. herwesa her çar partyan dû piroje yasa lidur yasa serokatya herêmê pêş kêşî perlemana kurdistanê kirye û pdke jî bi wan yasaya qaîl nîne û bo dema bêtir ji  mehekê ye serdan û civînên her çar partya jibona çareserkirina vê pirsê berdewamin. Ji alyê din perlemana kurdistanê birêya lîjna yasayî hewl dide çareserek yasayî bibîne berî roja 19 vê, jiboy ku Herêma Kurdistanê nekeve tu valatyên yasayî û lîjna karubarên yasayî di perlemanê bibê amadebûna nuneên pdk ê rapora xwe sebaret rastvekirina yasaya serokatya herêmî pêş kêşî serokatya perlemana kurdistanê kirye.

    Goran Azad cêgrê serokê lîjna karubarên yasayî di prskonfranseke rojnamevanî de ragehand lîjna karubarên yasayî rapora xwe daye serokatya perleman û ta roja pênç şemê 13 vê meha tebaxê weku dawî derfet bo partyên sîyasî ku bigehn rêkeftinekê sebaret vê pirsê û umêda me heye bigehin rêkeftinê û eger negehan rêkeftinê perlemana kurdistanê wê di civîneka neasayî de vê pirsê çareser bike. herweha xuyakir jiboy çareserkirina vê pirsê di nêv perleman de pêwîste 56 perlemantar ji 111 perlemantara amadey runiştnê bibin û xal û bendên yasayê wê bi piranya dengên amade buyan bihên pejrandin. Ji alê xweve Bihar Mehmud biryar dera lîjna karubarên yasayî diher dwê konfiransa rojnamevanê de ragehand" me rapora xwe daye serokatya perlemana kurdistanê û eger partên sîyasî negehan tu rêkeftin û lihevhatnan, piştî roja 19 tebaxê li pey madeya 15 ji yasaya serokatya herêmê, serokê perlemanê wê cihê serokê herêmê bo dema dû meha bigre ta helbjartnên serokatyê bihên encamdan.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka jina berpirsê DAIŞ’ê radestê Herêma Kurdistanê kiriye
    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de