04:46 23 Mijdar 2017
Zindî
    HDP

    Önen: ‘Li himber şer emê aşitiyek mayîn de bidomînin’

    © Foto: HDP Navend
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 139 0 0

    Hevserokê HDPê a Şaxa Amedê Ömer Önen dibêje niha ev operayonên ku li ser gelên kurd de tê meşandin divê bê qedandin û mütakabata ku Dolmabahçeyê hat deklere kirin , niqaşên wê bê kirin û li ciyê mayî dest pê bike.

    Hevserokê HDPê a Şaxa Amedê Ömer Önen ji Sputnik Kurdistan re ragigand ku piştî ku AKP di hilbijartinê 7ê Hezîranê de serkeftin bi dest nexist  konsepta şer xiste dewrê. Ji teqîna Pirsûsê destpê kirin û heya êrişê Qandilê kirin. Êrîş li ser gelê kurd û xewzaya wê kirin. Ömer got ku dewlet niha wek demên 90 êrişê hovane dimeşine.  Ev konsepta ku li ser gelan tê meşandin, ewê tek biçe. Ji ber ku ev gel ne gelê berê ye û gel li himber van  êrişan parastina xwe jî dike.

    Önen anî ziman ku hikûmeta AKPê di 7ê hezîranê de bi 400 wekil xwastin ku zihniyetek parestî pêk bînin. Ew zihiyet bi serkeftina HDPê têk çû. Di parlementoyê de heya niha rengên cûda cîh nedigirtin ew yek hat şikandin.  Partiyên heya niha hatibûn, yek dişibiya yekî. Ji bo mafê gelan tişt nedihat kirin. Hemû kar û xebatên wan li gor dewletê dihat kirin. Em jî dibêjin divê di serî de mafên gelan bê parastin. HDP di vê helê da heviyek gelek mezin da gelan û temsiliyeta hemû civakê yên cûda xist parlementoyê. Önen da xuya kirin ku di 2013’an de Serokê PKKê Abdullah Öcalan perspektik ji bo aşitiyê,demokrasiyê û biratiya gelan deklere kiribû û gelê kurd heya niha li gor vê perspektifê tevdigeriya. Ji 5ê Nîsanê wir de hevdîtinên Abdullah Öcalan hatin birîn lê em dibêjin müzakereya aşitiyê û çareseriyê naqede. Mütakabata ku li Dolmabahçeyê hatibû kirin,  baweriya me pê heye. Em ji niha pêda jî dixwazin bingeha wê bê niqaş kirin, bê xurt kirin.

    Em Partiya Demokratîk a Gelan li himber şer aşitiyê pêş bixin. Heviyên me di aliyê biratiya gelan de neqediya ye. Niha ev operayonên ku di ser gel de hatiye meşandin divê bê qedandin û dîsa ew mütakabata Dolmabahçe niqaşên wê bê kirin û li ciyê mayî dest pê bike. Gelê kurd vê dixwaze. Çewa ku li Rojhilata Navîn şerekî pir dijwar tê meşandin ew ba li ber Tirkiyê de jî diçe hinek hezên tarî dixwazin Tirkiyê bikşîne nav şer lê em destûr nadin vê yekê. Em wek HDP heya em dikarin di hêla aşitiyê û demokrasiyê da siyaseta xwe bimeşînin. Li himber şer aşitiyek mayînde emê bi domînin.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de