08:34 22 Mijdar 2017
Zindî
    Polîsên Tirkiyê

    Li Silopiyê şer û pevçûn, kuştî û birîndar hene

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Xelkê Silopiyê xwestin pêşiya kiryarên hêzên ewlekariya Tirkiyê bigrin.

    Di navbera xwelkê û hêzên ewlekariyê de şer derket û di encam de 2 welatî hetine kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.

    Li navçeya Şirnexê Silopiyê, polîsan xwestin bikevin taxan û xendekên hatine kolandin bigrin. Xelkê herêmê li dijî êrîşa polîsan nerazîbûn nîşan da û pevçûn derket. Polîsên Tirk gule li girseya gel reşand û di encam de 2 welatî hatine kuştin û gelek kes birîndar kirin. Tê gotin ku 6 mal şewitandin û gule li ambûlansan reşandin.

    Li gor agahiyan polîsên Tirk xwestin li taxên Zap û Avaşîn ên Silopiyê xelkê bigirin binçavan. Lê belê gel li hemberî serdegirtinên malan li ber xwe da û nehişt polîs bikevin nava taxan. Li ser vê yekê polîsan bi çekên giran gule li taxan reşandin.

    Parlamenterên HDP’ê diyar kirin ku polîsanli ber çavên xelkê gule reşandine û 2 welatî hatine kuştin. Navê welatiyên hatine qtilkirin jî Hamdî Ûlaş û Hidir Tanboga ye.

    Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Ferhat Encu daxuyand di encama pevçûnan de gelekbirîndar hene û  polîsan agir berdane 6 malan.

    Li herêmê alozî berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    Li Stembolê alên HDP'ê hatin şewitandin
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Navenda Giştî ya HDP’ê rastî êrîşa çekdarî hat
    Demîrtaş: Mîsyona HDP'ê baş bê vegotin, pirsgirêka bendê namîne
    Etîketan:
    TIrkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de