03:52 21 Mijdar 2017
Zindî
    Nêçîrvan Barzanî

    Barzanî: Bila Tirkiye dev ji bombebarana sivîlan berde

    © AFP 2017/ SAFIN HAMED
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 134 0 0

    Şanda HDP’ê ya ji bo lêkolîna komkujiya Zergelê hatibûn herêma Kurdistanê bi Serokwezîr Neçîrvan Barzanî re civiyan û qala rewşa gundê Zergelê û destpêkirina şer û rewşa pêvajoya aşitiyê kirin.

    Barzanî ragehand ku ew amadene bo alîkariya PKK’ê û Tirkiye bikin daku pêvajoya aşitiyê dîsa destpê bike.

    Şanda ku Serokatiya wî Parlamenterê HDP’ê Osman Baydemîr dike pêr hatibûn Başûrê Kurdistanê û li Zergelê lêkolîn kiribûn û piştî hingî li Silêmaniyê li gel berpirsên Tevgera Goran û YNK’ê hevdîtin pêkanîbûn.

    Şandê îro jî li Hewler di despêkê de li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û piştre jî li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzani hevdîtin pêkanî.

    Li gor bayannameya fermî ya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di cîvîna herdû aliyan de serokê şandê Osman Baydamîr ji ber şehîdbûna çend welatiyekî sivîl li gundê Zergelê sersaxî ji Serokwezir re xwest û  armanca seredana xwe ya jibo lêkolînkirina bombardomana Tirkiye ji gundê Zergelê re anî ziman.

    Her wiha, di vê civînê de behsa rewşa dawiyê ya Tirkiye hat kirin û ronahî xistin ser pirsgirêkên vê dawiyê yên di navbera Tirkiye û PKK’ê de.

    Di civînê de hat tekez kirin ku ti pirsgirêk bi şer nayê çareser kirin. Serokwezîr Neçirvan Barzani da zanîn ku  Desthilata Herêma Kurdistanê herdem amadeye rola xwe bigre bo berdewambûna pêvajoya aşitiyê û herweha amadeye hemû alikariyê pêşkeşî PKK’ê û Tirkiye bikin daku carek din guftugo di navbera herdû aliyan de destpêbike.`

    Barzanî bal kişand ser wê yeku ku di vî şerê de xelkê sivîl dibin qurbanî û tekez kir ku  pêwîste gerîlayên PKK’ê xwe ji avadaniyan û xelkê sivîl durbixin, herwiha,nabe jî ku Tirkiye bi egera PKK’ê were xelkê sivîl bombardiman bike.

    Herweha qala rûdawên vê dawiyê kir ku, xelkên sînor ji tirsa bombardimana ji gundê xwe reviyane.`

    Bi heman mijarî:

    Mezintirîn projeya Herêma Kurdistanê di xeterê de ye
    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
    Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
    Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
    Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
    Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
    Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
    Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de