03:53 21 Mijdar 2017
Zindî
    Dayîkên Aştiyê

    Dayikên Aşitiyê: ‘Em li Kurdistanê êdî aşitiyek mayînde dixwazin’

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 163 0 0

    Li Amedê li ser navê Komeleya Dayikên Aşitiyê Mürvet Demîr got ku êdî em li Kurdistanê şer naxwazin, me zarokên xwe ne ji bo mirinê aniye, me zarokên xwe ji bo jiyanek azad û mayinde aniye.

    Dayika aşitiyê Mürvet Demir li Amedê di Komeleya Dayikê aştiyê de ye û  dû zarokên xwe şehîd daye û dû zarokên we jî di qada PKK de di nav şer de ne. Yek jî zarokên  wê jî di girtigehê de ye.

    Mürvet Demir di derbarê  pêvajoya aşitiyê peyivî û got ku dema pêvajoya aşitiyê destpê kir em pir hevî bûn ji bo ku aşitî çê bibe, çi ji destê me dihat me dikir. Demir anî ziman ku piştî HDP ji bendava hilbijartina derbas bû û 80 wekîl derxist, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdoğan ji vê yekê nexweşbû û ew tevgera kurd kişand nava şer.

    Demîr bal kişand ser sîyaseta AKPê û got ku Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo li Rojava kurd pêş ve neçin alîkarî bi DAİŞê re kir.’’ Dawiya dawî jî pêvajoya aşitiye xira kirin destê gelê kurd û rêberê wan ji hevdû kir  û erişên qandilê kirin.Zarokên me bombe baran dikin. Li Kurdistanê xwezaya me heta mişk û marên me şewtandine. Dixwazin xwezaya Kurdistanê winda bikin. Bila dewleta tirk ji ciyayên me derkevin, dev ji me bedrin. Em gelê kurd wek mirovên dinyayê heqê xwe dixwazin. Me zarokên xwe ne ji bo mirinê aniye. Me  zarokên xwe ji bo jiyanek azad, mayîn de aniye‘’

    Dayika Aşitiyê Mürvet Demir anî ziman di hemû dinyayê de hirmet li ber miriyan heye lê dewleta tirk dest dide ser cenazeyên şehidên kurd û nahêle ku ji sînor derbas bibin. ‘’Ev yek di tu olî de tune ye. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdoğan xwe xistiye bine sîya dîn lê misilmanê heqîqî em in. ‘’

    Demîr got ku daxwaza me jî dayikên tirk ewe ku bila dayikên tirk li xwe varqilin û bila destê xwe bidin destê dayikê kurd û  bi hev re vê pêvajoya şer bidin sekinandin. ‘’Xwûn bi xwûnê naye şûştine. Divê aşitiyek mayinde çê bibe’’

    Dayika Aşitiyê Mürvet Demîr di dawiya axaftina xwe de bang li hemû gelê cihanê û siyasetmedarên kurd kir ku ji bo Kurdistanê aşitiyek mayîn de çê bibe û carek din dayik negrîn divê çi ji destê wan bê, bikin. ‘’Min wek dayikek kurd êş kişandiye êdî ez naxwazim ku tu dayik bigrîn. Em dayikê kurd mafê xwe dixawzin û em naxawzin tu ciwan li Kurdistanê bêne kuştin.’’

    Heya em sax bin, emê li pey aşitiyê harin

    Dayika Aşitiyê Hawa Kıran dibêje sistema AKP naxwaze li Kurdistanê aşitiyek mayînde çê bibe. ‘’Bêriya hilbijartina û piştî hilbijartina li Kurdistanê alozî derxistin. Me bendava hilbijartina derbas kir û 80 wekîl derxistin. Li Pirsusê ciwanên kurd û tirk gihîştibûn hev ji bo avakirina Kobanê. AKP vê yekê qabûl nekir û li ser navê DAİŞê teqîn pêk anî.

    Sîstema AKPê li çar aliyê Kurdistanê bomba dibarîne û xwezaya Kurdistanê xira dike. AKP ji bo ku kantonên li Rojava negihjin hev di sînorê Suriyê de leşkerên xwe da kuştin  û bi DAİŞê re li hev kir. AKP wisa dike hilbijartinek pêş wext çê bibe û dîsa were îktîdarê ji bo vê şer û pevçûn derdixin.’’

    Kıran diyar kir ku heya ew sax bin, ewê li pey aşitiyê harin. ‘’AKP di bin siya dîn de  li Qandilê gundiyên sivîl bombe baran dike mirovên ku merhamet di dilê wî de hebe vê yekê nake. Sîstema AKPê siyasetê li ser siya dîn dike û mirovan dixapîne. Çar aliyê Kurdistanê dar û daristanê me dide ber agir eger şer dixwazê bila zarokên wî pêşengiya şer bikin.  Em ji Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan re dibêjin; zarokê xelkê ne karik û berxikê te ne. Eger tu şer dixwazî zarokên xwe bişîne şer.’’

    Kıran da xuya kirin ku îktîdara AKP ya zulm û zordariyê ye. Hesrên çavên dayika rengên we tune ye. Dilê me teva yek e. Me zarokên xwe ji bo berjewendiya Erdoğan mezin nekiriye. Em bang li dayikên tirk dikin ku ew jî destên xwe bidin me û em xwe bikin mertalên zindî û em nehêlin şer çê bibe’’

    Êdî bila dayik negrin

    Dayika aşitiyê Newriye Kaçan got ku ew mirina tu mirovan naxwzin û naxwazin dayikê kurd û tirk bigrîn. Em hevî bûn ku aşitiyek mayîn de çê bibe lê dewlet dîsa dest operasyonan kir û çiyayê Kurdistanê bombe baran kir.Gelê sivîl qetil kir. Kaçan da xuya kirin ku sîstema AKP ê İŞİDê parast û anî vê astê. Eger dewleta tirk alikariya İŞİDê nekirina İŞİD nikaribû bikeve  Kobanê. Em kurd ne diqedin ne jî ji tu kesî ditirsin.

    Kaçan dibêje ku dewleta tirk li ber çavê dinyayê çiyayên Kurdistanê bombe dike û dibêje min vê nekiriye. Gelê kurd bi bombe baranê naqedin û natirsin. Em dixwazin Serokkomarê Tirkiyê îstifa xwe bike û em wî Serokkomar qabûl nakin. Em dixawzin li Kurdistanê şer bê sekinandin û Serokê PKK Abdullah Öcalan bê berdan. Li Kurdistanê her dayikek zarokên we şehidin em êdi azadî dixawzin. Em dibêjin êdî bese bila şer bê sekinandine. Heya Serokê me azad nebe, em azad nabin.

    Bi heman mijarî:

    Divê Amerîka navbeynkariya Tirkiyê û PKK’ê bike
    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    2 DAIŞî li Tirkiyê hatin girtin
    Perwerdeya hêzên dijbereya Sûriyê li Tirkiyê dest pê kir
    Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
    Selîm Cibûrî: ji bo azadkirina Mûsilê emê hemahingiyê li gel Tirkiyê bikin
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de