12:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî ligel nûnerên ENKS’ê civiya

    © Foto: EVRO
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 111 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh (05.08.2015) li Selahedîn pêşwaziya li şanda Serokayetiya Encûmena Nîştîmaniya Kurd li Sûriye ya bi Serokayetiya Îbrahîm Biro kir.

    Li gor daxuyaniya fermî ya malpera Serokatiya Herêmê, di hevdîtinê de şanda mêvan spasî helwestên netewî yên Barzanî beranber doza Kurd li Sûriye kirin. Her wiha şanda mêvan diyar kir ku ew dizanin Barzanî giringî dide Rojava û gotara Kurd yek be, her wiha li beranber hereşeya terorîstên DAIŞ’ê jî alîkariyê dide Rojava.

    Di kombûnê de behsa pêşhatên siyasî û serbaziyên dawî ya li Rojavayê Kurdistanê kirin û rewş û jiyan û debara hemwelatiyan, her wiha tehdit û hereşeyên li ser gelê Kurd yên di paşarojê de hatin nirxandin.

    Di beşekî dinê yê vê kombûnê de tekez li ser parastina buhayên nîştîmanî û neteweyî û yekrêzî û tebayî ya di navbera aliyên siyasiyê Kurdan kirin.

    Bi heman mijarî:

    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
    ENKS çend çalakiyan jibo Mehabadê dike
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de