21:42 22 Mijdar 2017
Zindî
    Tahir Elçi

    Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15510

    Tahîr Elçî: ‘ Divê şerê çekdarî bisekne û pêvajoya aşitiyê berdewam bike`

    Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî di derbarê pêvajoya aşitiyê de axivî û got ku pêvajoya aşitiyê ji ber dû sedaman qediya, yek ji wan ji ber ku AKP bi serê xwe nikare hikûmetê ava bike û dîtin ku tu karê wan bi pêvajoya aşitiyê nemaye, pêvajoya aşitiyê qedandin. Sedema din jî bi pêşveçûnên Rojava ve girêdayiye. Di pêvajoya hilbijartinê de, li Rojava her dû kantonên kurdan ya Cizîrê û Kobanê bi hev hatin girêdan. Bi berxwedana Kobanê, Amerîka piştgirî dida PYDe. Bi hev re şerê leşkerî li dijî DAİŞê meşandin, dewleta Tirkiyeyê ji van pêşveçûnan ditirse û dewletek ku di bin kontrola PKK ê de li Rojavayê Kurdîstanê bê avakirin jibo  pêşeroja Tirkiyeyê tehlike dibîne.

    Elçî da xuya kirin ku Tirkiye siyaseta xwe ya Suriyeyê ya Rojava guhartiye û bi Amerîka re li hev hatiye û bi karanîna Încîrlik’ê tekiliyên Amerîka û Tirkiyêyê xurt bûne. Ji ber van sedaman pêvajoya çareseriyê têkçû. Ji aliyê din jî bi şerê Rojava de sempatilkek gelek mezin ji bo kurdan çê bûbû. Elçî dîyar kir ku di hilbijartinên di 7ê Hazîranê de HDP serkeftinek gelek mezin û berçav bi dest xist. Ev serkeftin ji bo menfeata gelê kurd dîrokîbû,divê baş bihatina parastin lê rexistina kurd jî zêde pişt van nesekinî. Her dû alî jî hem hikûmeta Tirkiyê û hem jî rexistina kurdan dixwastin ev pêvajo xira bibe her dû alî jî ji bo menfeatên xwe pêvajoya aşitiyê xira kirin.

    Elçî qala şewetandina xwezeya Kurdistanê kir û got ku dema pêvajoya leşkerî nû destpêkir bi sedemên civakî yan jî bi qezayan, şewat çê dibe. ‘Dema ev pêvajoya leşkerî destpêkir, nezîkbûna makamên dewletê yên îdarî hatin guhartin hem li Cûdî hem jî li Liceyê gelek şewatên berfireh çêbûn û gelek dar û daristan hatin şewitandin. Hem gel ne zêde haydare ji bo erdnigariya xwe, hem jî rayadarên dewletê jî zêde li ser xwezaya Kurdistanê nasekinin.`

    Dawiya axaftina xwe da got ku divê her kes peşberî pêvajoya çareseriyê bisekne. Pêvajoya çareseriya menfeata gelê kurd û gelê tirk e. Şerê çekdarî û pêvajoya operasyona tu menfeat nade gelan. Bi rêyên demokratîk û bi rêyên meşrû mumkine ku ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê ev şerê çekdarî bisekne û dîsa pêvajoya aşitiyê ji ciyê maye berdewam bike.

    Bi heman mijarî:

    Deriyê sinûrê Îran û Tirkiyê hate daxistin
    Tu-alî ji şerê PKK’ê û Tirkiyê qezenc nake
    Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
    Îran: Êrîşa Tirkiyê ya ser PKK’ê xeletiyek stratejîk e
    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne
    Êvgênî Satanovskî: Hêzên Tirkiyê DAÎŞ-ê bombebaran nakin
    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir
    NATO îro li ser daxwaza Tirkiyê dicive
    Fûad Mehsûm: Beşdarbûna Tirkiyê ya li hevpeymana dijî DAIŞ’ê giring e
    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’
    DAÎŞ navenda çandî `Amara` li bajarê Tirkiyê Sûrûç teqand
    Fehîm Işık: ’ Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoğan naxwaze ku kualisyon bê avakirin’
    Rêkeftina Amerîka û Tirkiyê wê Sûriyê parçe bike
    Chomsky: Operasyona Tirkiyê ya li ser Suriyê wê zerar bide Rojava
    Dîplomatê Tirk bo Rûdawê: Tifaqa Amerîka û YPGê ne li dijî Tirkiyê ye
    HPG: Artêşa Tirkiyê agirbest bi temamî hilweşand
    Tirkiyê koalîsyon Texmîn
    Serokomarê berê yê Tirkiyê, Suleyman Demîrel mir
    `500 çekdar ji Tirkiyê çûn pişta DAIŞê bigrin`
    Şîmon Peres: Encamên hilbijartinên Tirkiyê bi dilê me ye
    Serokwezîrê Tirkiyê dest ji kar berdide
    Hevseroka KNKê: Bila Barzanî piştî hilbijartinên Tirkiyê kongreya netewî pêk bîne
    Til Ebyed- 5 hezar kes ji ber şerê DAIŞê reviyane ser sînorê Tirkiyê
    Tirkiyê, bêyî hesibandina berjewendiyên xwe, wê rêkeftina bazirganî bi YE-DYA re, îmzeneke
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de