13:00 21 Tebax 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî-salvegera komkujiya Şangalê

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 138 0 0

    Barzanî: gelê Kurd rastî gelek karesatan hatiye, lê tu-karesat weku ya bi ser kurdên Ězidî ve hat, wiqasî dilê min birîndar nekirye.

    Li  Herêma Kurdistanê bîranîna karesat û komkujya kurdên Ězidî par li navçeya Şengalê bi destên terorstên Daîş ê bi çendîn çalakyan hat zîndîkirin. Serokê Herêma Kurdistanê  Mesûd Barzanî ligel hejmareke malbat û kes û karên şehîdên pêşmerge û şehîdên kurdên Ězidî di rê û resmekî taybet de amadebû û axaftinek pêşkêşkir. Barzanî di axaftina xwe de ragihand ku ` xweragrî û qehremanya hêza pêşmerge efsaneya terorstan têkşikand û îro li tevaya cîhanê behsa rola hêza pêşmerge tê kirin û ew bûye nasnama qehremanya milletê kurd. Herweha sersaxî û xembarya xwe jî bi malbatên şehîd û kur û kiçên Ězidî ku bi destê terorstên DAÎŞê ê şehîdketîne û bi dîl hatîne girtin ragihand.

    Barzanî di beşeka din ya peyva xwede got ku karesata Şengalê bi rêberê Ola Ězidî Babe Şêx û navdarên Ězidî ragihandye ku ew amadeye jibo rizgakirina kurdên Ězidî û navçeyên wan canê xwe fîda bike. Karesata Şengalê yeke ji wan karesatên ku di dîrokê de bi serê milet kurd hatine, lê kurdên Ězidî ji nav naçin, kurdên resenn, resenetya kurdayetyê ji cem wan hatye parastin.

    Her wiha, Serok  Barzanî got ku gelê kurd her tim di dîroka xwede hevrişî karesat û komkujî bûye û ew bexwe beşdarî gelek ji wan karesata bûye, lê tu-karesat bi qasî karesata par ya bi serê kurdên Ězidî hat dilê wî birîndar nekirye û ne êşandiye.

    Barzanî carek din soz da ku ewê tola kurdên-êzîdî ji terorstan hilîne û divê ew terorstên ku destê wan di karesatê de heye bigehin sizayên xwe, lê belê nabe ku kurdên Ězidî karekî wisa bikin ku dijî  berjewendyên wan be, pêwîste di çarçoveya yasa û rêsa dernekevin.

    Herweha  Barzanî spasya hêzên YPG ê li rojavaya kurdistanê û hevpeymana nêvdewletî kir û got: rola hêza YPG ê nîşana dilsoz û yek rêzya gelê kurde û her tim yek rêzya gelê kurd ji tev çek û destkeftan girîngtire bo me. Barzanî soz da ku di demeke nêzîk de bihevra Şengalê rizgar bikin.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Mesûd Barzanî: ti bûyer nikare rê li ber hewlên ji bo serxwebûna Kurdistanê bigire
    Mesûd Barzanî wê serdana Waşîngtonê bike
    Mesûd Barzanî li gel paertiyên siyasî civiya
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de