01:33 20 Tebax 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Îran dixwaze Barzanî li ser kursiya xwe bimîne

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 59 0 0

    Di rojîn borî de çendîn şandên Îranê serdana herêma Kurdistanê kirin û ligel aliyên siyasî kombûn.

    Yek ji van kesan jî Yarîdederê Sekreterê Giştî yê Encumena Asayîşa Neteweyî ya Îranê Dr Ehmed Emîrî bû ku ligel Serokê Herêmê, Serokwezîr û aliyên din siyasî civiya û diyar kir ku ewlekarî û aramiya herêma Kurdistanê ji bo Îranê pir giringe.

    Li gor agahiyên gehiştine BasNews, berpirsên PDK’ê rexne û giliyên xwe li berpirsên Îranî kirine û diyar kirine ku Îran destkarî li karên navxweyî yê Kurdistanê dike. Piştgiriya hewlên dabeşkirina herêma Kurdistanê dide û weke ku îro Tevgera Goran aşkera propagandaya wê dike, dixwaze Silêmaniyê bike herêmek cûda.

    Li gor agahiyên nêzîk YNK û Goran, şandên Îranê di civînên xwe yên ligel van herdu partiyan de gotine ku hebûna Barzanî bo hevsengî û aramiya giştî ya herêmê giringe û ew dixwazin Barzanî li ser kursiya xwe bimîne. Herwiha berpirsên Îranê ji van partiyan xwestine ku pirsa serokatiya herêmê bi lihevhatin çareser bikin û bigehin rêkeftinekê.

    Derbarê mijarê de Berpirsê Peywendiyên Derve yê PDK’ê Ehmed Kanî ragehand ku Îran û Tirkiye naxwazin di vê serdemê de Barzanî ji kursiya xwe dûr bibe. Kanî got: `Barzanî bo rû bi rû bûna pêvajoyên tengav de xwedan ezmûne. Bi tevê vê yekê, daxwaza mafê gelê xwe dike. Gotinên wî li Washington çi bin, li Enqere û Tehran jî ew in. Lewma welatên herêmê wî nas dikin û dizanin ku hebûna wî bo aramiya Kurdistan û welatên din jî giringe.`

    Bi heman mijarî:

    Barzanî: Emê tola xwe bistînin
    Barzanî beşdarî merasîma bibîranîna karesta Şengalê bû
    Osman: Niha tu-kes nikare dewsa Barzanî bigre
    Muslim: Min pêwendiyek birayena ligel Barzanî heye
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo cejnê alîkarî gihand 1 milyon kesî
    Serokwezîr Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastina Îtaliyayê kir
    Muhsin Se’dun: Ji ber ketina Mûsilê tawanbarkirina Barzanî biryareke sîyasî ye
    Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    Serokwezîr Barzanî serdana Silêmaniyê kir
    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
    Barzanî Hilbijartin Çareserî
    Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
    Barzanî: Heger aliyên siyasî lihev nekin, hingê ezê jî helwêsta xwe rabigihînim
    Gelo opozîsyon wê bikare pêşî li serokatîya Mesûd Barzanî bigire?
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Etîketan:
    Îran, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de