06:22 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serxwebûn - Kurdistan - xwepêşandan

    Xwepêşandanên Silêmaniyê berfereh dibin

    © Foto: AA/ YUNUS KELEŞ
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 88 0 0

    Xwepêşandanên xelkê navçeyên Silêmaniyê gehiştiye qonaxek nû û beşekê mezin ê xwepêşanderan daxwaz dikin ku berpirsên îdarî yên herêmî dest ji kar bikêşin.

    Îro li navçeyên Xurmal, Helepçe, Kifrî, Dokan û Derbendîxanê û her wiha herêma Germiyanê xelk derketin kolanan û li dijî gendelî û kêmxemiya berpirsên îdarî yên bajarê Silêmaniyê xwepêşandan saz kirin. Ji ber xwepêşandanan, gelek navendên îdarî nevebûn û rêveberiya Ava Xurmal jî soz dan ku dest ji kar bikêşe.  Xwepêşander li ser torên civakî bang dikin û dibêjin ku berpirsên hindek navçeyan jiber tirsa xwepêşandanan reviyane.

    Derbarê mijarê de Berpirsê Bajarê Helepçe ya Partiya Demokrata Kurdistanê Fazil Beşaretî ragihand ku `em piştgiriya daxwazên xwepêşanderan dikin. Lê belê divê xwepêşdan di çarçoveya aramî û hêminiya navçeyê de be. Xala duwem jî ewe ku li hindek deveran kêmasî hene, jiber vê mafê hemwelatiyane ku xwepêşandanan bikin û daxwaza xidmetê bikin. Lê berpirs ne hikûmete, lê rêveberiyên herêmî ne.`

    Endamê Meclîsa Navendî ya YNK’ê û parlamenterê Herêma Kurdistanê Bextiyar Şawês jî ragihand ku `YNK ji xwepêşandanan natirse. Raste ew zemîne ji aliyê YNK’ê ve çêbûye ku xelk xwepêşandanan dike. Lê ew agahî ne rastin ku dibêjin berpirsên YNK’ê revyane. Jiber ku li sînorên desthilata YNK’ê azadî zêdetire. Em tev jî diazanin heger elektrik li Silêmaniyê nebe li Hewlêrê jî nabe. Heger karmend li Silêmaniyê mûçe wernegrin li Hewlêrê jî nikarin werbigrin.`

    Her wiha ji Germiyan jî hat ragihandin ku xwepêşandan roj bi roj berfereh dibin û hindek berpirsan jî soz dane xelkê ku dest ji kar bikêşin. Wek çavkaniyek ji cî ragihand ku `li vir xelk ne razîbûna xwe ne tenê dijî YNKê, lê dijî Goranê jî nîşandidin, jiber endamên Goranê jî di rêvebiriyê de ne`.

    BasNews.

    Bi heman mijarî:

    Asayişa Silêmaniyê: 30 endamên DAIŞê di nav koçberan de hatine girtin
    Serokwezîr Barzanî serdana Silêmaniyê kir
    31 hezar penaberên Rojava li Silêmaniyê ne
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de