04:52 24 Mijdar 2017
Zindî
    Mesûd Barzanî

    Barzanî: Emê tola xwe bistînin

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 101 0 0

    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî diyar kir ku karesata Şengalê yek ji wan karesatên mezin e ku biser Kurdan de hatine.

    Mesûd Barzanî îro li bajarê Dihokê beşadarî merasîma yekem salvegera karesata Şengalê bû û got ku `em di xema malbatên Êzdiyan de ne. Ez soz didim xuşk û birayên Êzdî ku heta neferek ji tawanbaran mabe, emê tola xwe ji wan vekin. Ez ji bo birayê xwe yê êzdî dibêjim bila ew bixwe jî tola xwe hildin. Emê li meydana şer tola xwe hildin. Ewan bi hovîtî û nemerdane êriş kirin û emê jî bi merdanî tola xwe hildin.`

    Barzanî ji hikûmeta herêma Kurdistanê jî daxwaz kir ku di demek kurt de xizmetê bigehînin herêma Şengalê û got ku ewê bi hemahengiya hikûmeta Iraqê hewl bidin ku îdareyek taybet bo Şengalê daynin û bikin parêzgeh.

    Barzanî got ku ti êşekî bi qasî êşa karesata Şengalê dilê wî birîndar nekiriye û ew ne êşandiye û got ku çi dema tawanbar bêne cezakirin hingî wê dilê wî aram  be.

    Barzanî got ku wî herdem dibêje ku `Êzdî Kurdên resen in` û got ku Êzdiyan ziman, ol, çand û dabûnêrîtên Kurdî yên resen parastine.

    Barzanîû her wiha behsa jin û keçên ji aliyê DAIŞ’ê vehatine revandin jî kir û diyar kir ku keçên Kurdên Êzdî jî wek şerefa Kurdanin û soz da ku kesên ev tawan kirine bên ceza kirin.

    Barzanî tekez kir ku ew berdêla ku kurdên êzîdî dane ji ber wê yekê bû ku ola xwe bi kurdî parastine û wiha got: `Tişta ku hat serê kurdên êzîdî, zincîrek bû ji karesatên ku hatine serê gelê kurd.`

    Barzanî di axaftina xwe de got ku karesata ser Şengalê de hatiye yek jê karesatek mezine ku biser gelê Kurd de hatiye û weke xeleka enfal û komkujiyên din binav kir.

    Barzanî mizginiya wê yekê jî da ku ji bo azadkirina Şengalê planek mezin heye û di dema guncew de wê ew plan bê ci be ci kiirn û got: `Emê hemû bi hevre vegerin Şengalê.`

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de