12:18 25 Mijdar 2017
Zindî
    Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

    Barzanî beşdarî merasîma bibîranîna karesta Şengalê bû

    © AFP 2017/ Safin Hamed
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 78 0 0

    Li bajarê Dihokê bi helkefta yekem salvegera karesata Şengalê merasîmek hate sazkirin û Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî beşdarî vê merasimê bû.

    Di merasîmê de pêşangeha wêneyan a derbarê karesat û jenosîda Şengalê de hate pêşandan.

    Parêzgarê Dihokê Ferhad Atrûşî ragihand ku 24 ji sedî ji koçber û şehîdên şerê li dijî terorîstên DAIŞ’ê ji xelkên sînorê parêzgeha Dihokê ne.

    Ferhad Atrûşî amaje bi amadebûna Barzanî di merasîmê û her wiha bereyên şer de jî kir û ew yek bi cihê rêzê û girîngiyek mezin binav kir.

    Barzanî di merasîmê de axaftinek jî pêşkeşkir û piştî hingî sînevîzyon û berhemên hunerî yên derbarê vê karesatê de hatine nîşandan.

    Merasîm niha jî berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    ŞINGAL- Şerekî pir giran qewimî
    Şingal – bikêmanî 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    ŞINGAL- Di nava 24 saetan de 16 xanî teqandine
    ŞINGAL- Şerê kolanan
    Şingal- Pêşmerge û YPGê li wan dixin
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de