01:44 26 Gulan 2018
Kobanê

Şehîdên komkujiya Kobanê di 40 rojiya xwe de hatin bi bîr anîn

© AFP 2018 /
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Îro di seatên serê sibehê de, xizmên şehîdên Komkujiya Kobanê tevî welatiyên herêmê û gelek şandên ji hemû Saziyên Civaka Sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, ji bo bîranîna şehîdên komkujiya Kobanê di 40 rojiya şehadeta wan de, berê xwe dan goristana şehîdên Komkujiya 25`ê Hizêranê.

Xizmên şehîdan bi deqeyeke rêzgirtin û xwendina fatîheyê dihatin ser goran. Gor av didan û gul li wir diçandin. Her wiha mîna di rêûresmên bîranîna 40 rojiyê welatiyan qurana pîroz li ser goran dixwendin û şekir û şîranî ji bo ruhê şehîdên xwe belav dikirin.

Di seat 09.15`an de şandeyek ji Saziya Malbatên Şehîdan tevî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat serdana goristanê. Li vir wan merasîma xwe bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre li ser navê şandeyê Eyşe Efendî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Efendî wisa axivî: `Em bejna xwe li ber şehîdên Kurdistanê û bi taybet şehîdên komkujiya 25`ê Hizêranê ditewînin. Weke rêveberiya qada civakî ya Kobanê em di hizûra we de rexnedayîna xwe didin. Weke ku tu carî di dîroka Kurdistanê de nebû, îcar di tolhildana şehîdên vê komkujiyê de tolhildana wan hat rakirin û hîna jî dewam dike. Ew bûn şanek ji şanên serkeftina berxwedana Kobanê.`

Hêjayê bîrxistinê ye ku 25`ê Hizêranê ji ber êrîşeke çeteyên DAIŞ`ê ya li ser herêma Kobanê 252 welatiyên sivîl şehîdbûn.


Bi heman mijarî:

Şandeya Ewrupî ji bo destekdayînê serdana Kobanê kir
Fermadariya YPG`ê ya Kobanê ronîkirnê ji Tirkiyê dixwaze
Kobanê bûye goristana DAIŞiyên lîbî
Encamên Êrîşa li ser Kobanê
Hejmara şehîdên Kobanê derket 231 kesî
YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin
Amedî wê ji bo Kobanê xwepêşandanê bikin
Helwesta Amerîkayê ji êrişa DAIŞê li ser Kobanê
ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
Kobanê- DAIŞ 4 cih kirine çeperên xwe
Li Kobanê hejmara qurbaniyan gihişt 42 kesan
Bêtir ji 100 kesî li Kobanê birîndarbûne
Penaberên Kobanê nikarin vegerin malên xwe
Piştî rizgarkirina bajarê Girê Spî li Kobanê pêdiviyên jiyanê rezan bû
YPG: gundên di navbera Kobanê û Girê Spî hatin paqijkirin
Enwer Mislim: Girê Spî wê girêdayî Kantona Kobanê be
Ji ber “BKS”yekê Tirkiyê nahêle Pêşmerge ji Kobanê vegerin
Dezgeha Barzanî nîv milyon dolarî bo Kobanê xerç dike
Mamosteyên Kobanê alîkarî dixwazin
75 hezar penaber vegeriyan Kobanê
Serokatiya Parlementoya Kurdistanê serdana Kobanê dike
Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
YPG: Li Cizîr û Kobanê 80 çete hatine kuştin
Heta Girê Spî neyê girtin Kobanê nefesek rihet nakişîne
Rêxisrinek nû ji bo rakirina Mayinan derbasî Kobanê bû
Li Kobanê 7 gund hatin rizgarkirin
Li Kobanê û Cizîrê 9 gund hatin rizgarkirin
YPG: Li Kobanê û Cizîrê 13 gund û gundik hatin rizgarkirin
Etîketan:
Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de