01:43 26 Gulan 2018
Alaya Herêma Kurdistanê

Medya cîhanê êrîşa Zergelê bi zarê Serokatiya Herêmê ragehandin

© Flickr / kurdistan4all
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Firokeyên artêşa Tirk doh destê sibê li Qendilê êrîşê gundê Zergelê yê ser bi navçeya Rewandûzê kirin û di encam de 9 hemwelatiyên medenî û 3 gerîlayên PKK’ê şehîd bûn.

Medya û malperên mezin ên cîhanê derbarê vê êrîşê de cihek giring dane daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya li malpera fermî ya Serokatiya Herêmê.

Malpera BBC di nûçeya xwe ya derbarê rûdanê de diyar kir ku ”vê êrîşê alozî zêdetir kiriye” û cîh da daxuyaniya Serokê Herêma Kurdistanê û got: ”Mesûd Barzanî êrîşa ser xelkê medenî şermezar kir û daxwaz ji PKK’ê jî kir ku navçeyên sînor ên xelk lê dijîn dûr bikevin.”

BBC eve jî xistiye rû ku Serokê Herêmê ligel rûdanê bi berpirsiyarî tevgeriyaye û gotiye, ”Hebûna PKK’ê ya li navçeyên medenî, metirsî dixe ser ewlakariya nîştecîhên herêmê.”

Malpera Alman Deutsche Welle jî diyar kir ku Mesûd Barzanî êrîş şermezar kiriye û herwiha hişyarî daye PKK’ê û gotiye ku nabe Başûrê Kurdistanê bikin qada şer.

Televîzyona El Erebiye jî di bernemayek taybet de behsa vê êrîşê kir û ragehand ku Serokatiya Herêmê êrîş şermezar kiriye.

Bi heman mijarî:

Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
Herêma Kurdistanê: Em êdî nabin esîrên destê Bexdayê
Serokayetiya Herêma Kurdistanê teqîna Benî Seed şermezar kir
Turkman û Mesîhî ji bo hilbijartinên li Herêma Kurdistanê sîstema kota dixazin
Mesud Barzanî sebaret rewşa sîyasî li Herêma Kurdistanê peyamek ragehand
Îran peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re xurtir dike
Herêma Kurdistanê teqîneyên Diyarbekirê şermezar dike
Destûra Herêma Kurdistanê ji nû ve tê nivîsandin
Rûsya xwe nêzîkî Herêma Kurdistanê dike
Li Herêma Kurdistanê pirsgrêka Destûrê berdewam e
Rêşnivîsa makezagona Herêma Kurdistanê tê gotûbêjkirin
Etîketan:
Tirkiye, Cîhan, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de