08:26 22 Mijdar 2017
Zindî
    Dr . Mehmûd Osman

    Osman: Niha tu-kes nikare dewsa Barzanî bigre

    © Foto: Facebook
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 157 0 0

    Siyasetmederê kurd û endamê berê yê parlamentoya Îraqê Mehmud Osman dibîne ku di dema niha de tu-kes nikare dewsa serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bigre û dema serokatiya wî di perspektîvê de divê bê dirêjkirin.

    Osman ji ajansa `Ayn` re got ku îro tu-kes tune ku dewsa Berzanî bigre, tenê Barzanî dikare nûnerîtiya berjewendiyên kurd û Kurdistanê bike. Dema serokatiya Mesûd Barzanî di meha Tebaxê de bidawî dibe û piraniya partiyên herêmê dijî dirêjkirna dema serokatiya Barzanî ne.

    Osman got ku sîstêma siyasî li herêmê ne parlamentî û ne jî serokatî ye, lê sîstêma partîtiye û tenê parlament an serok nikarin çarenûsa herêmê çareserbikin. Li Kurdistanê wisa bûye ku çarnûsa herêma ji aliyê partiyên siyasî ve tê çareserkirin û jiber vê yekê pêwîste ew lihevbikin.

    Bi heman mijarî:

    Dr. Mehmûd Osman: Xuyaye ku Rûsya ji sîyaseta Tirkîyeyê razî nîne, ji ber ku Tirkîye li gel DAÎŞ`e ye
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de