14:03 24 Mijdar 2017
Zindî
    Celal Talabanî YNK

    YNK’ê daxwaz ji Tirkiyê kir ku êrîşên xwe yên ser PKK’ê rawestîne

    © AFP 2017/ Tolga Bozoğlu
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 56 0 0

    Şandeke Tirkiy bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Karên Derve Ferîdûn Sinirlioglu îro li Silêmaniyê serdana Polîtburoya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) kir û ligel herdu cîgirên sekreterê giştî yên YNK’ê Mele Bextiyar û Kosret Resûl Elî kombûn.

    Li gor medya nêzîkê YNK’ê di hevdîtinê de reşwa dawî ya herêmê hatiye gotubêjkirin û şanda Tirkiyê jî derbarê pêşhatên dawî yên li Tirkiyê agahî dane berpirsên YNK’ê.

    Endamê Politburoya YNK’ê Hakim Qadir Hemecan derbarê naveroka hevdîtinê de ragihand ku `Me bi navê gelê Kurdistanê ji Tirkiyê xwest ku êrîşên xwe yên li ser sînorên herêma Kurdistanê û baregahên PKK’ê rawestîne.`

    Hemecan her wiha ragihand ku wan ji şanda Tirkiyê re gotiye ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan rêya guftugo bête bikaranîn.

    Biryare ku her îro şanda Tirkiyê ligel Damezrênerê Giştî yê Tevgera Goran Newşîrwan Misfeta jî hevdîtinekê encam bidin.

    Bi heman mijarî:

    Newşîrwan Mistefa:Em ligel YNK’ê li ser nêrînên xwe rijdin
    YNK û Goran: Em sîstema parlemanî dixwazin
    YNK: Me bi Îranê re behsa serokatiya Kurdistanê nekiriye
    Berpirsekî YNK: Pêwîstiya Dûzxurmatû bi Pêşmergeyên bêhtir heye
    YNK: Beriya serxwebûnê divê ev 5 xal pêk werin
    YNK sekreterekî nû ji xwe re hildibjêre
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de