14:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Haydar Diljen

    Haydar Diljen: ‘Armanca me ewe ku zimanê zazakî winda nebe’

    © Sputnik/ Gülnüş Ergül
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20560

    Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê yê Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) di 2009an de raporek amade kir û li gor raporê zazakî "di talûkeyê de ye ku were jibîrkirin’’.

    Haydar Diljen ku ji zû de di Enstituya Siwedê de li ser zimanê zazakî xebatan dimeşîne ragihand ku ew di sala 1996’an de xebatên xwe ji bo zimanê zazakî winda nebe  bi rê ve dibin û armanca wan ew e ku ji bo ku zazakî bêhtir were peyivandin, nivisandin formeka standard derxin holê.

    Diljen anî ziman ku  zaravayên zimanê kurdî ku bi salane di bin zext û zordariya dewletê da ye û pêş ve neçûye û nebûye zimanê xwendin û nivisandine.’’ Li  Siwedê ji bo parastina zimanê zazakî me komek  ava kir.  Ji  bo zimanê zazakî winda nebe û pêş ve biçe em xebatan bi hev re dimeşînin. Koma me bîr û baweriya wan ji hev cûda ne. Armanca me yekemîn parastina zimanê zazakî ye.  Me zimanê zazakî  da ber xwe û em lê xwedî derketin. Heya vega me ferhengek, pirtûkek rast nivîsê, Kovara bi navê Wate derxistiye.  Xebatên  me  hê jî didomin. Zimanek ji bo ku bibe zimanê nivisandinê,  jê ra forma zimanê nivisandinê pewîst e. Em di we bîr û baweriyê de ne ku ev xebatên me gelek  sûd bide zimanê zazakî. 

    Diljen da xuya kirin ku ew xebatên koma xwe ji xwe re referans digrin ji ber ev kom ava kirine peyva tespît dike, dest nîşan dike, di nava xwe nîqaş dike, li hemû hereman dinêhre û ev qed jî bawerî dide gel.’’
    Diljen qala zimanê zazakî kir û got ku li Bakurê Kurdistanê nêhzikê sê mîlyon kes bi zazakî dipêyive ‘’Zimanê zazakî taybet li Amedê û li navçeyên wê tê bi kar anîn, li Çewligê, li Dersimê, li Gimgim, li Siwerekê, li Samsurê, Erzinganê tê axaftin.  Bi awayekî gîştî ku zimanek ne axaftin û ne nivisandin di dibastanan de ne xwendin ew ziman di bin xetereya windabûnê de ye.

    Zazakî jî yek ji wan zimanaye ku kêm tê nivisandin û dibistanan de jî xwandin qedexeye. Kursên ku hatine vekirin têra perwerdeyiya ziman nakin. Divê ziman ji pêş dibistanê û heya zanîngehê bê xwandin, di saziyan de bê kar anîn û her kes bi zarokên xwe re, bi derdora xwe re, bi hevalên xwe re vî zimanî biaxive. Divê rexistinên kurda di karê xwe de zimanê xwe bi kar bînin, imkanên ji bo kurmancî tê avakirin, heman îmkan divê ji bo zazakî jî bê avakirin.’’

    Di dawiya axaftina xwe de  Diljen got ku divê her taqekes  bi mesuliyeta xwe hareket bike û zimanê xwe bi kar bîne, bixwîne, binivsîne û ji aliyê din ji bo ku ev ziman bibe zimanê perwerdê, bibe zimanê civakê, bibe zimanê dewletê, bibe zimanê  şaredariya mil bide  tekoşinê.

    Etîketan:
    Windabûn, Zazakî, UNESKO
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de