04:51 22 Mijdar 2017
Zindî
    Reha Ruhavîoğlu

    Reha Ruhavîoğlu : ‘ Divê rê vebe ku mesajên Serokê PKK Abdullah Öcalan bigihîje Heyeta İmraliyê’

    © Sputnik/ Gülnuş Ergül
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 17101

    Rêvebirê Mazlum – Der a Amedê Reha Ruhavîoğlu dibêje niha li her deverê Kurdîstanê şer û pevçûn hene, yê ku bang ji bo rawestandina çekan bike Serokê PKK Abdullah Öcalan e. Divê mesajên Öcalan, bigihije Heyeta İmraliyê.

    Reha Ruhavîoğlu di derbarê teqîna Prsûsê û  destpêkirina operasyonên leşkerî ku  li dijî PKK pêk hat de  axivî û got ku bêriya ku teqîna Pirsûsê çê bibe, êrîş çê dibûn lê pêvajoya aşitiyê ne qediyabû û her dû alî jî, dev ji  rawestinan çekan bernedabûn, proseya çareseriyê berdewam dikir.

    Ruhavîoğlu da xuya kirin ku  îro diyare ku hem dewlet, hem jî PKK proseya çareseriyê qedandine. ‘’Dewlet hezar kesî  bin çav kiriye, ev yek operayonên 2009’an de ku li ser KCK hatibûn kirin tê bîra mirov. Wê demê  bi hezaran kes dihatin bin çav kirin. Em dikarin vê bibêjin ku  mirovên  sucdarbin jî, meşruyeta wan ya mudafakirinê heye, divê dewlet vê bide ber çavên xwe û  mirovên  bê sedem hatine binçavkirin, wan berde. ‘’

    Ruhavîoğlu anî ziman ku niha her dû alî jî şer dest pêkiriye û li her aliyê Kurdîstanê niha pevçûn û alozî hene û yê ku bang ji bo rawestina şer bike Serokê PKK Abdullah Öcalan e. Divê meseja Öcalan û Heyeta Îmraliyê bigihêjin hev ku pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd çima qediya ye. Ruhavîoğlu got ku şer, li Kurdîstanê 30 sale ku hatiye tecrube kirin û bi şer  tu kes bi serî neketiye û divê her dû aliyên şer li hev werin, muzakereyên diyalogê vekin û dev ji çekan berdin.

    Heyeta HDP`ê li Qendîlê
    © Foto: https://twitter.com/idrisbaluken

    Di dawiya axaftina xwe Ruhavîoğlu wiha peyivî: ‘’Bûyerên wiha de em dizanin ku barên giran li ser milê me ye. Dema şer gur dibe, aliyên şer guhên xwe nadin saziyên sivîl. Em bang dikin ku ne bi qahr û hersan, bi fikran, bi aqil pêvajo were meşandin û mafê jiyanan mirovan bibe mesela herî giring ji ber vê yekê divê her dû alî şer rawestînin ji bo vê jî wek Mazlum-Der ê çi bikeve ser milê me, em amade ne ku bikin. ‘’

    Bi heman mijarî:

    Balûken: Bi Ocalan re me hevdîtineke nû nekiriye
    Demîrtaş: Tenê Ocalan dikare banga çekdanînê li PKKê bike
    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Feleknas Uca:’HDP ji tifaqek ji hemû Kurdîstaniya ava bûye’
    Beşikçî: Tişta HDP bo Filistînê dixwaze divê bo kurdan jî bixwaze
    HDP: Wê nikaribin me rawestînin
    Etîketan:
    Ocalan, Pêvajo, Tirkîye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de