12:08 26 Îlon 2017
Zindî
    Serokwezîrê Kantona Kobanîyê Enver Muslîm

    Enver Muslîm: Armanca me ne avakirina dewleta kurd e

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 20310

    Serokwezîrê Kantona Kobanîyê Enver Muslîm di hevpeyvîna bi Sputnikê re êrişa DAÎŞ`ê ya li Pirsûsê û têkilîyên bi Tirkîyeyê re nirxandin.

    `EM CANGORÎYÊN LI PIRSÛSÊ WEK ŞEHÎDÊN KOBANÎYÊ DIBÎNIN`
    Mûslîm êrişa li Pirsûsê şermezar kir û wisa got: ``Ciwan ji bo avakirina Kobanîyê hatibûne Pirsûsê. Berî wê jî ji Tirkîyeyê gelek ciwan ji bo piştgirîya gelê me hatibûne Kobanîyê. Di parastina bajêr de jî beşdarî kirin. Ji ber wê yekê, ciwanên li Pirsûsê jîyana xwe ji dest danî, em wek şehîdên Kobanîyê dibînin. Xeta wan xeta mirovahîyê bû û bandoreke wan a mezin li ser gelê Kobanîyê hebû. Kobanî tu caran wan ciwanên li pêşîya Navenda Çandê ya Amarayê jîyana xwe ji dest danî ji bîr nake``.

    `GELEK KES BI NASNAMEYÊN XWE DI BERXWEDANA KOBANÎYÊ DE BEŞDARÎ KIRIN`


    Enver Muslîm bi bîr anî ku gelek kesên ji welatên cuda bi nasnameyên xwe ve di berxwedana Kobanîyê de beşdarî kirin û got: ``Kobanî ne tenê Kobanî bû, ne tenê ji bo gelê kurd, lê ji bo tewaya cîhanê  giring bû. Li Kobanîyê ji bilî kurdan ciwanên tirk, ermenî, fars, ereb û ewrûpî jî şehîd bûn. Ciwanên li Navenda Çandê ya Amarayê jî ji wan bûn``.

    `EM BI TIRKÎYEYÊ RE TÊKILÎYÊN BAŞ DIXWAZIN`


    Muslîm dîyar kir ku li Kobanîyê koç û şereke mezin qewimî û wisa berdewam kir: ``Me wek koordînasyona Rojavayê, her tim behsa aştî û têkilîyên baş kir. Ji ber wê jî em dixwazin ku pêvajoya aştîyê ya li Tirkîyeyê bi awayeke cidî bête nirxandin. Gereke armanca hikûmet û partîyên sîyasî demokrasî, wekhevî û aştî be. Dehan sal bi krîzan derbaz bûn. Wek kantona Kobanîyê bendewarîyên me têkilîyên baş û rîyên dekokratîk in. Em naxwazin ji ber rewşa li Rojava bi Tirkîyeyê re têkilîyên xwe xerab bikin, ji ber ku em xizmeta armanca mirovî dikin. Tirkîye cînarê me ye û em bi wan re têkilîyên baş dixwazin.

    `GEREKE TIRKÎYE LI HEMBER DAÎŞ`ê HELWESTÊ BIGIRE`


    Muslîm destnîşan kir ku ji bo Sûrîyeyeke demokratîk ya wekhevîya hemû gelan xebatê dikin û got ku ``Hinek caran daxuyanîyên wisa têne dayîn, yên ku ji têkilîyên cînartîyê re xizmetê nakin. Em hêvî dikin ku daxuyanîyên ne ji bo mirovahîyê, lê ji bo DAÎŞ`ê xizmet dikin, zêdetir neyêne ragihandin.

    DAÎŞ dawîya dawîyê wê ji holê rabibe, ji ber ku ne ji gelên herêmê pêk tê. Lê, gelên herêmê her tim bi hev re jîyan kirine. Armanca DAÎŞ`ê jî ne Kobanî bû, lê pêşîlêgirtina jîyana bi hev re ya gelan bû. Em jî ji ber wê dixwazin ku bi hemû kesan re têkilîyên me baş bin. Em her weha daxwaz dikin ku Tirkîye têkilîyên xwe yên bi DAÎŞ`ê re zelal bike û li hember wê helwestê bigire. Êrişa li Pirsûsê ne êrişeke ji rêzê bû. Li Rojavayê ezmûnên me yên bi hev re jîyanê hene. Her kes di rêvebirîyê de beşdarîyê dike. Ji bo tunekirina DAÎŞ`ê pêwistî bi piştgirîya hemû alîyan heye``.

    `JI BO TUNEKIRINA DAÎŞ`ê EM JI BO HEVKARÎYÊ AMADE NE`


    Mûslîm tekez kir, ku ji bo tunekirina DAÎŞ`ê amade ne ku hevkarîyê bikin: ``Em amade ne hemû derfetên xwe bikar bînin ku gelên li Girê Spî xwe bi xwe rê ve bibin. Li Girê Spî her kes wê azad bijî. Her kes wê bikaribe wecîbeyên xwe yên olî bi cih bîne. Em li hember tu kesî tehdîdan saz nakin``.

    `NIYETA ME YA AVAKIRINA DEWLETA KURDISTANÊ TUNE`
    Muslîm destnîşan kir ku dixwazin dawî li şer û krîza li Sûrîye were û îdayên avakirina dewleteke kurd red kir. Mûslîm ragihand, ku nîyeta wan a veqetîna ji Sûrîyeyê û damezrandina dewleteke serbixwe tune ye.

    `EM ŞER WEK ÇARESERÎYÊ NABÎNIN`


    Mûslîm axaftina xwe wisa bi dawî kir: ``Em şer wek çareserîyê nabînin. Alîyên têkildar gereke li dor maseyê rûnên û gereke dîyalog bête pêşvebirin. Di civînên Cenev-1 û Cenev-2`yê de hêzên sereke cih negirtin. Ji ber wê jî ji wan civînan tu encam derneketin. Ji bo pêşeroja Sûrîyeyê gereke hemû pêkhate û hêzên Sûrîyeyê li xaka gelên sivîl li dor maseya dîyalog û çareserîyê kom bibin``.

    Bi heman mijarî:

    Penaberên Kobanî di pemboyan de kar dikin
    Penaberên Kobanî tirsiyane: Rojane 400 kes vedigerin
    Brûksel – Konferansa nûavakirina Kobanî dest pê kir
    Hejmara dawî ya şehîd û birîndarên Kobanî
    Kobanî – 60 çekdarên DAIŞê hatin kuştin 9 jî dîl hatin girtin
    Çekdarên DAIŞê bi cilên YPGê derbasî nav Kobanî bûne
    Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Girê Spî û Kobanî alîkariyan belav dike
    Rêxistineke Danîmarkî topên neteqiyayî yên Kobanî kom dike
    Kobanî – Şervanên YPGê derbasî nav wê “wîlayet”a DAIŞê bûn
    Parlamentoya Kurdistanê tevlî konferansa Kobanî dibe
    Kobanî- DAIŞ di Çemê Feratê re êriş Kir
    Etîketan:
    DAÎŞ, Kobani, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de