05:54 21 Mijdar 2017
Zindî
    ENKS-Rojava

    ENKS êrîşên Tirkiyê şermezar kir

    © Foto: Twitter
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 29 0 0

    Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyek derbarê êrîşên Tirkiyê li ser baregeh û navendên Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li Başûrê Kurdistanê belav kir.

    ENKS di daxuyaniya xwe de êrîşên Tirkiyê şermezar kir û daxwaz ji PKK û Partiya Demokratiya Gelan (HDP)ê kir ku piroseya aştiyê berdewam bikin.

    Di daxuyaniya ENKSê de tê gotin ku ` piştî 30 salî ji şer û pevçûnên di navbera Hikûmeta Tirkiyê û PKK ku bi deh hezaran kes bûne qurbanî, Rêberê PKK Ebdela Ocelan pêngava aştiyê ji zindana xwe ragihand û di encamê vê pêngava wêrek û bi sûde de HDPê di hilbijartinên Tirkiyê de biserket`.

    Herwiha ENKS di daxuyaniya xwe de daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku yekser êrîşan rawestîne û piroseya Aştiyê bidomîne.

    Di dawiyê de ENKSê ji Civata Navdewletî û herwiha ji Serokê Herêma Kurdistanê Mresûd Barzanî xwestiye ku rola xwe di çareseriya pirsgirêka Kurdî li Bakurê Kurdistanê bibînin da ku her du alî “PKK û Tirkiyê vegerin ser piroseya aştiyê ji ber berjewndiyê hemî aliyan tê de heye.`

    Bi heman mijarî:

    ENKS: Li Rojava komkujî li dijî Kurdan hatiye kirin
    ENKS: êrîşên ser Kobanê pêwîstiya yekrêziya Kurdan eşkerekir
    ENKS dixwaze Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê `navçeyên tampon` ava bike
    ENKS ligel wezareta Tirkiyeyê civiya
    Ehmed Berekat: ENKS di rewşeke lewaz de jiyan dike.
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de