18:01 23 Mijdar 2017
Zindî
    Serokkomarê Îranê Hesen Ruhanî

    PDK bersiva Serokomarê Îranê da; Pêşmerge cîhanê diparêze

    © AFP 2017/ ATTA KENARE
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Roja Yekşemê Serokomarê Îranê Hesen Rohanî serdana bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kir û diyar kir ku İran nebaya Bexda û Hewlêr jî diket destê DAIŞ’ê, her wiha ew berevaniya Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê jî dikin.

    Partiya Demokrata Kurdistanê di sergotara melpera xwe ya fermî de bi sernivîsa `Bila xelkê bajarê Sine yê xoşdivî jî agahdar be` bersiva van daxuyaniyên Rohanî da.

    Deqa xalên bersiva PDK’ê wiha ye:

    1- DAIŞ rêxstinek terorî ya cîhanî ye û endamên vê rêxistina dirinde, ji hemû welatên cîhanê pêktên. DAIŞ bo hemû mirovahiyê û cîhanê gefe. Jiber vê jî tekoşîn û rûbirûbûna vê rêxistinê erkê hemû aliyekê ye.

    2- Herêma Kurdistanê spasiya hemû welat û hêzên ku alîkariya şerê terorê kirine û her wiha spasiya Îranê jî kiriye. Lê di şerê dijî têrorê de, aliyê ku alî Kurdistanê dike alî xwe dike. Kurdistan di şerê dijî têrora DAÎŞê de, amadeye hemahengiyê ligel hemû welat û hêzan bike.

    3- Herêma Kurdistanê di vê şerê de bacek mezin yê mirovî anku canî û madî daye. Pêşmergeyan bi xwîna xwe berevaniya Kurdistanê kiriye û terorîst têkşikandine. 1200 Pêşmerge şehîd bûne, 7 hezar Pêşmerge jî birîndar bûne. Bi belge li holê ye ku gelê Kurdistanê nehêliştiye destê qrêj û gemar ê terorîstan bigehe bajarên Kurdistanê. Pêşmerge bi xwîn û  azayiya xwe stûyê DAIŞ’ê şikand û ne tenê Kurdistan parast, lê jibo hemû gelên cîhanê û mirovatiyê bû mertalek. Ji bo cîhan û cîran ji gefa rasterast ya terorîstan bên parastin, Pêşmerge xwe kire berbest.

    4- Pêzanîna Herêma Kurdistanê bo alîkariya hemû aliyan hebûye û alîkariyên Îranê jî di dema xwe de bi bandor bûne. Lê belê ewê ku li meydan şer kiriye û xwîna xwe rijandiye Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ne.

    Bi heman mijarî:

    Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike
    Kerkûkî: Welatên hevpeyman zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin
    Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge
    `DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’e çekên kimyewî bi kar anî`
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
    Pêşmerge êrişî DAÎŞê kir
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir
    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
    Obama: Emê li ser çekdarkirin û alîkarîkirina Pêşmerge berdewam bin
    Helwesta rêveberiya Rojava li ser derbasbûna Pêşmerge
    Hemwelatiyên biyanî jî dixwazin bibin Pêşmerge
    Pêşmerge sê aliyên stratejîk li dora Mûsilê girtine
    Welatiyên Hesekê: Bila Pêşmerge bên bajarê me
    Pêşmerge zêdetirî 28 hezar donim zeviyên genim ji destê DAIŞê derxist
    Balyozê Amerîkayê: Li Amerîkayê nerînek yekgirtî bo piştevaniya Hêzên Pêşmerge heye
    Wezîrê bergiriya Amerîka: divê hemî hêzên Îraqî wek Pêşmerge bin
    Serokerkanê Pêşmerge bersiva Qereylan dide
    Hakimê berê yê New Yorkê: Bila Amerîka alîkariya Pêşmerge bike
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de