21:26 24 Mijdar 2017
Zindî
    Vahap Coşkun

    Vahap Coşkun:’ Tirkiye siyesate xwe ya Suriyeyê guherandiye’

    © Sputnik/ Gülnuş Ergül
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18621

    Akademisyen Vahap Coşkun dibêje kifşe ku Tirkiye li himber DAİŞê siyaseta xwe guherandiye û bi Amerika re li hev kiriye.

    Akademîsyen û Huqûqnas destpêkirina operasyonên leşkerî li dijî PKK  nirxand  û got ku gelê kurd ji bo  pirsgirêka kurd  çareser bibe, hevîdar bibû lê ev operasyonên leşkerî hevîyên gel şikandin. ‘’HDP di hilbijartinê de serkeftinek mezin bi dest xist û bêriya hilbijartinan HDP got ku, em bendava ji sedî dehan derbas bibin, emê pirsgirêka kurd bi rêya demokrasiyê çareser bikin û emê çekan ji PKK bidin berdan, lê piştî hilbijartinan ev hevî şikestin. Li Pirsûsê bomba teqiya pişt re li dijî PKK  operasyonên leşkerî  destpêkir.’’

    Coşkun da xuya kirin  ku dema em li van bûyerên pêk hatine binêrin, em dikarin bêjin ku pêvajoya aşitiyê ketiye tengasiyek mezin. Dema ev êrîş berdawam bikin,  ne hikûmet ne jî PKK dikare vê pêvajoya çareseriyê bimeşîne. Îro her dû alî jî di nav şerde ne. PKK dibêje gerek şertên Ocalan baştir bibe, hikûmet jî dibe  ancax PKK dev ji çekan berde wê gavê  pêvajo wê berdewam bike. Niha pêvajoya çareseriyê  ketiye merheleyek nû. Eger PKK êrişên xwe berdewam bike, jixwe pêvajo namîne. Serokwezîr û Serokkomarê Tirkiyê gotin ku heya PKK êrişên xwe neqedîne, li hemberî PKK çiqas tedbîr heye, ewê bê girtin. Hem operasyon hem jî li hûndir binçavkirin wê berdewam bikin. Ji bo vê eger her dû alî jî dixwazin vê pêvajoyê berdewam bikin, divê agirbest bê kirin. Heya agirbest nekeve dewrê, em nikarin qala pêvajoyê bikin. Em nikarin bêjin ku ev mesele bi rêya demokratîk bê çareser kirin. ‘’

    Coşkun di darbarê siyaseta Tirkiyê ya Rojhilata Navîn de axivî û got kifşe ku Tirkiye li himber DAİŞê sîyaseta xwe guherandiye û ev guhertin hinekî kokdar e.  Coşkun bal kişand  operasyonên li ser DAİŞê  û got ku PYD dixwast Tirkiye êriş li hemberî  DAİŞê bike  lê Tirkiye heya îro tiştek wiha nekir, lê di van dû hefteyên dawiyê de 2- 3 operasyonên leşkerî li aliyê DAİŞê çê bû û buyera herî giring ew bû ku Tirkiye û Amerika di derheqê siyaseta Suriyê de li hev kirine. Tirkiye balafirgeha   İncîrlîkê ji teyarên koalisyonê re vekir û Tirkiye qabûl kir ku di hezên koalisyonê de cîhekî girîng bigre. Ev yek hem tekiliya nav Tirkiyê û Amerika biguherîne, hem jî siyaseta Tirkiyê ya Suriyê biguherîne.  Coşkun da zanîn ku   Tirkiyê siyaseta xwe li himberê DAİŞê guhartiye û dive guhartine de derengmayinek heye divê Tirkiye ji berê da  li hemberî DAİŞê  tedbirên mezin bigirtina.

    Coşkun di derbarê şîroveyên ku hikûmet hilbijartinek pêşwext dixwaze  û ji bo vê yekê herbê derdixe de axivî û got ku ez vê yekê  rast nabînim.’’ Eger piştî 7`ê Hezîranê êriş li ser PKK çênebûna ev operasyona leşkerî jî çê nedibû. Li gor min ev şîrove ne rast in. ‘’

    Bi heman mijarî:

    Yuksekdag: AKP piştgiriyê dide DAIŞ'ê û berpirsiyarê vê yekê ye
    Projeyên ji alîyê AKP`ê ve hatinî destpêkirin, wê ji alîyê koalîsyonê ve bêne berdewamkirin?
    Rojnameyek Amerîkî: Kêça Erdogan birîndarên DAIŞê derman dike
    Sîxurê Erdogan li Almanya tê darizandin
    Parlamantera kurd bersiva Erdogan da
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Etîketan:
    Pêvajo, AKP, Operasyon
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de