06:37 23 Mijdar 2017
Zindî
    Balafira F-16

    Dr. Kameran Berwarî: Erdogan û AKP ji ber şikestina xwe ya sîyasî êrişî ser baregahên PKK ê dikin

    © REUTERS/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 13501

    Dr. Kameran Berwarî xuya kir ku gelek rêçik û elternatîvên baş li ber destde PKK`ê hene û dikare şer bêxe nava bajarên Tirkîyeyê û piranîya navçe û bajarên Kurdistana Bakûr ji destê artêşa Tirk rizgar bike.

    Dr. Kameran Berwarî endamê Kongreya Neteweya Kurd (KNK) ê ragihand ku gelek sedem hene ku dewleta Tirk bi serokatîya Erdogan û AKP`ê careke din dest bi êrişên xwe yên esmanî yên li ser barêgehên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) ê kir: yek ji wan sideman şikestina sîyaseta Erdogan û AKP ye ku nikarî piranîya dengan di helbijartinên giştî de bidest bînin û bi sere xwe hikûmetê ava bikin û sîstema sîyasî û sîtema serokatîya welêt biguherînin. Dr. Kameran Berwarî bo Sputnîk Kurdistan dîyar kir ku Tirkiyeyê ji ber piştgirîya DAÎŞ`ê li ser asta navneteweyî û cîhanî jî hevrişî şikestinê bû û rast bi guşarên navdewletî hat.

    Her wisa Dr. Kameran Berwarî got ``Serdana Wezîrê Berevanîyê  ya Amerîka Aşton Karter bo navçeyê û Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hevbendîyek hebû ligel destpêkirina êrişên esmanî yên dewleta Tirk bo ser baregahên PKK`ê.  Bi bawerîya min, Turkya bêy rizamendîya Amerîka ew êriş destpê nekirine``.

    Sebaret  bersivdana PKK ê ji bo êrişên esmanî yên Tirkîyeyê ya li ser baregahên wê Dr. Kameran Berwarî xuya kir ku gelek rêçik û elternatîvên baş li ber destde PKK`ê hene û dikare şer bêxe nava bajarên Tirkîyeyê  û piranîya navçe û bajarên Kurdistana Bakûr ji destê artêşa Tirk rizgar bike, ji ber ku PKK`ê niha hêzekî pir mezin heye, lê tev hewlên xwe naêxîne di warê bikaranîna hêzê de. PKK tenê ji %10 girîngî bi hêzê dide û divê aştî hebe, doza kurd çareser bike, demokrasî hebe li Tirkîyeyê.

    Derbarê  helwesta Hikumeta Herêma Kurdistanê li hember êrişên firokeyên Tirk ya bo ser navçeyên sinor ên Herêma Kurdistanê û baregahên PKK ê Dr. Kameran Berwarî xuya kir ku Parlamentoya Kurdistanê helwestekî pir baş hebû, lê serokatîya Herêmê û Hikumeta Herêmê helwestek weha pêwîst nebû, bi dîtina min pêwîst dikir ku Hikumeta Herêma Kurdistanê helwesteke tund wergirtiba û di hola navneteweyî de gazinname li ser êrşên Tirkîye û destêwerdana wan tomar kiriba. Ji ber ku ji bilî zirarên canî zirarên mezin bi mulk û malên welatîyên Herêma Kurdistanê ketîne û daru baxên mezin hatîne şewtandin ku tevde zîyanin bo xelkê Herêmê.

    Bi heman mijarî:

    Dijbereyên Tikriyê: Erdogan destwerdanê dike
    Demîrtaş: Erdogan û Davûtoglu li bendê ne şerê hundir çêbibe
    Daxuyaniya Erdogan li ser encamên hilbijartinan
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    Gelo hesabên Erdogan wê bigrin?
    KCK: Hikûmeta AKPê li hember teqîna Pirsûsê berpirsiyar e
    KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
    Etîketan:
    AKP, Operasyon, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de