08:31 22 Mijdar 2017
Zindî
    Hevserokê PYD Salih Muslim

    Muslim: Min pêwendiyek birayena ligel Barzanî heye

    © AFP 2017/ BERTRAND LANGLOIS
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Hevserokê PYD Salih Muslim Serokê PKK’ê Abdullah Ocalan jî şibande serokê efsanewî yê Afrîqa Başûr Nelson Mandella û got ku `Piştî azadbûna Ocalan, karîgerî anku bandora wî ji ya Mandella zêdetir dibe.`

    Salih Muslim diyar kir ku azadûna Ocalan raste rast bi çareseriya pirsa Kurd e li Bakûrê Kurdistanê ve girêdayî ye û got ku Ocalan wê her azad bibe. Mûslim daxuyand ku Ocalan piştgiriya xwebirêvebirina Rojava dike û pêwendiyek ruhî û fikrî ya berpirsên Rojava ligel Ocalan heye.

    Hevserokê PYD’ê derbarê jiyana malbata xwe û şehîdbûna kurê xwe Şervan de jî got ku her çend şehîdbûna wî êş û azarek dabe jî `lê baca bidestxistina mafê gelê Kurd e her divê bê dayîn.` Mûslim diyar kir ku 3 kur û keçek wî hene.

    Salih Muslim got ku gelek caran di Başûrê Kurdisatnê re vedigere Rojava. Mûslim derbarê pêwendiya xwe ya ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî got ku `bêguman pêwendiyek me yê birayane heye, rêz digrim. Mixabin jiber şert û mercan min nekarî Sekreterê Giştî yê YNK’ê Celal Talabanî bibînim.`

    Bi heman mijarî:

    PYD: Tirkiye hêzeke Tirkmen li dijî YPGê ava dike
    PYD lîdertîya xwe xurt dike
    PYD: Bila Amerîka nehêle Tirkiye derbasî Sûriyê bibe
    Salih Mislim: YPG wê ji Girê Spî derkeve
    Etîketan:
    Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de