07:42 21 Mijdar 2017
Zindî
    Mehmet Elî Ertaş

    Mehmet Elî Ertaş:’ Niha Rojhilata Navîn şerê sêyemîn heye’

    © Sputnik/ Gülnuş Ergül
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 24420

    Rêveberê Komeleya Rojnamegerên Azad û Rojnameger Mehmet Elî Ertaş dibêje, êrişên ku li Rojhilata Navîn li ser gelê kurd pêk tê, ne tenê li himberî gelê kurd e, li himberê fikrê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan e.’’

    Ertaş bûyerên ku li Pirsûsê pêk hat nirxand û got ku ji bo ku mirov bûyerên Pirsûsê binirxîne divê mirov li pêvajoya hilbijartinê, pêvajoya muzakereyan binêhre. ‘’Bêriya ku pêvajoya hilbijartinê dest pê bike, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan deh xalên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd şandibû Enqerêû di navbera heyeta Îmralî û hikûmeta AKP’ê de deklerasyonek hat amede kirin, di we deklerasyonê de lazimbû ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, hikûmet gavan biavêje û piiştî ku hikûmet ev gavên biavêje Reberê PKK Abdullah Öcalan gotibû ku ez amede me ku bang li PKK bikim ku kongreyê pêk bîne û piştî kongreyê jî agirbestê bi temamî îlan bike, lê hibijartina 7ê Haziranê kete navberê û pêvajoya çareseriyê hate rawastandin’’

    Ertaş got ku li ser Rêberê PKK Abdullah Öcalan ambargo heye û Heyeta Îmraliyê êdî nikare biçe Îmraliyê û wiha axivî: ‘’ Niha li ser İmraliyê ambargoyek fîkrî, sîyasî û fîzîkî heye.  Rêberê PKK Abdullah Öcalan wek fikir, proje hatiye hapis kirin û li aliyê din jî rê li çeteyên DAÎŞ’ê hatiye vekirin, rê li şerê navxweyî hatiye vekirin. ‘’
    Ertaş  bal kinad ser rewşa niha û got niha  cîhanê şerê  sêyemîn heye.’’Çeteyên DAÎŞ’ê  2014 an de êrişê Şengalê kirin, pişt re êrişê Dihokê kirin, êrişê Musulê kirin û herî dawî êrişê Kobanê kirin. Di hilbijartinan de jî êrişên xwe berdewam kirin. Bombaya li Amedê di nav gel de  teqandin û herî dawî li Pirsûsê bomba teqandin. Plana van êrişan, îmalata wan, naveroka wan ayni ye. Ev teqîn pir bi zanebûn, armanç, bi plankirî hat çê kirin. Ew ciwan ji bo nû avakirina Kobanê civiyabûn, hemû ji bajerên  cûda hatibûn, her yek rengekbû,  pêşeroja civakêbûn. Di nava wan de kurd hebûn, ereb hebûn, laz hebûn,tirk hebûn. Bi vê êrişê ew  dibêjin em destûr nadin Kobanê ji nû ve ava bibe, em destûr nadin pergala nû.  Ji aliyekî  Serokê PKK Abdullah Öcalan  hepis dikin, ji aliyê din ve fikir û ramanên wî di İmraliyê de dorpeç dikin.Rê  li çeteyên DAÎŞ ê vedikin û êrişê Rojhilata Navîn dikin. Ev êrişa Rojhilata Navîn ne tenê li himberî gelê kurd e. li himberê projeya rêberê gelê kurd e.’’

    Ertaş  da xuya kirin ku  DAÎŞ bi destê Amerika, bi destê dewleta Tirkiye û bi destê welatên ereb wekî Tunus, Libya, Mısır, Cezayîr û gelek welatên ku piştgiriya xwe ji Amerika digrin, bi destê  van kesan zêdebûn  û li Rojhilata Navîn belav bûn. ‘’Dema êrişên çeteyên DAÎŞê li Şengalê li Musulê destpê kirin, pewistbû gelê Rojhilata Navîn parastina xweyî rawa bigre,di wê demê de sînyal hebû ku dê ev êriş, komkujî pêk be.  Öcalan beriya ku DAÎŞ Rojhilata Navîn belav bibe, bang li her kesî kir ku tedbira xwe bistîne. Îro hêdî hêdi xuya dibe, operasyon tên destpêkirin, çeteyên DAîŞê serê mirovan jê dikin, zarokan qetil dikin û herî dawî li Kobanê zêdeyî 250 kes qetil kirin. piştî we li Pirsûsê 32 ciwan qetil kirin, dema em li van dihêhrin, em dikarin bêjin ku ev êriş zêde bibin. ‘’

    Di dawiya axaftina xwe Mehmet Alî Ertaş balê kişand ser zimanê çapemeniya tirk û wiha axivî: ‘’Li şuna ku ava bike, xira dike. Şuna ku rast bike, tevlîhev dike. Şuna ku zelal bike, şolî dike. Zimanê çapemeniya serdest xizmetê ji aşitiyê re nake. Dema li Kobanê komkûjî pêk hat, çapemeniya serdest manşetên wiha avêtibûn; YPG sivî l kuştin, piştre me lekolîn kir, li nexweşxaneya ne hemşire hebûn, ne doktor hebûn, ne sîvîl hebûn, hemû çeteyên DAÎŞê bûn. Li şuna ku komkûjiyê bibinin,dibêjin ku YPG bijîşk û hemşire kuştine. ‘’

    Bi heman mijarî:

    PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane
    PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    Mesrûr Barzanî: Divê hêzên PKK û YPGê ji Şingalê derkeve
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
    Şerê PKK û PDKê sekiniye
    Daxuyaniya RMMK li ser şerê PKK û PDKÎ
    Partiyên Başûr: Em ji aloziya PKK û PDKÎ dilgiran in
    Etîketan:
    PKK, DAÎŞ, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de