07:19 26 Gulan 2018
Barzanî ligel sê sekretêrên ENKSê civya

Hêza pêşmerge ligor plana Herêma Kurdistanê beşdarîya operasyona Mûsilê dike

© AFP 2018 / Safin Hamed
Kurdistan
Lînkê kurt
Osman Başqalî
0 10

Bo yekem car piştî wergirtina postê wezîrê berevanya Amrîka Aşton Karter bi hevaltya şandekê li roja pênç şemyê bi serdanekê gehişt Bexdayê û çend cvîn ligel berpiris û rayedarên hikumeta Iraqa Fedral sazkirin û di piştre roja înî gehişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê  berevanya Amrîka û şanda pêre ligel Mesud Barzanî serokê Herêma Kurdistanê û Mistefa Seyd Qadr wezîrê pêşmer û hin berpirsên hikumeta herêma kurdistanê civya û piştî bidawbûna civînê her yek ji balîwzê Amrîka li Iraqê û wezîrî pêşmerge pirskonfranseke rojnamevanî lidar xist.

Di destpêkê de balîwzê Amrîka li Iraqê ragehand" wezîrê berevanya Amrîka supasî serok Barzanî kir bo vê pêşwazyê û rolê serkrdatya syasî ya herêma kurdistanê û xweragrî û qehremanya hêza pêşmerge di şerê lidjî terorstê Daîşê de bilind nirxanad. Herweha  ji alyê xwe ve Mistefa Seyd Qadr wezîrê pêşmerge ragehand" civînek baş bû û şanda Amrîkî supasya hêza pêşmerge û herêma kurdistanê û kurdan kir û amadeya xwe jî ragehand jiboy piştevanîkirina hêza pêşmergên kurdistanê di warê pêdana çekan de. Herweha xuyakir rewşa Iraqê bigştî di civînê de hat baskirin û carekdin me daxwaz ji Amrîka kir rastewxwe çek bi hêza pêşmer bide û amadeya xwe derbirî ku çek bi herêma kurdistanê biden.
Sebaret  beşdarîkirina hêza pêşmergê kurdistanê di operasyona rizgakirina Mûslê de, wezîrê pêşmerge ragehand" Mûsil bo herêma kurdistanê û bo tev Iraqê girînge, emê lipey plana xwe beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê biken.

Herwesa  Cebar Yawer sekretêrê giştyê wezareta pêşmerge serdana Aşton Karter wezîrê berevanya Amrîka bo Iraqê û herêma kurdistanê weha nirxand got: Amrîka dixaze liser erdê bêtir piştevanya artêşa Iraqê û hêza pêşmerge bike û hemahengyek baştir ava bike di nêvbera tev alyan, di heman demê welatên navçeyê bitaybetî Turkya pal bide ku bi awayekî rijd û rastewxwe bikeve nava şerê lidj  terorstên Da'şê.

Yawer xuyakir serok Barzanî lidema serdna Amrîka kirî didema buhrî de namek ligel xwe helgrtibû, têda daxwaz ji îdareya Amrîka kir ku çekên giran û bi awayekî rastewxwe bi hêza pêşmerge bide, Karter di civîna xwe de ligel Barzanî basê wê namê kir û piştevanya welatê xwe dûbare kir bo pêdana çekan bi hêza pêşmerge û got’ Amrîka wê gerentya gehandina çeka bo hêza pêşmerge bike.
 

Bi heman mijarî:

Dr.Kawe Ezîzî : Hêzên bîyanî li pêşîya derbazbûna pêşmerge rêgir in
Kerkûkî: Welatên hevpeyman zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin
Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge
`DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’e çekên kimyewî bi kar anî`
Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
Pêşmerge êrişî DAÎŞê kir
Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir
Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
KCK: Derbasbûna pêşmerge girêdayî Rêveberiya Xweser e
Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
Etîketan:
Hevdîtin, Kurdistan, DYA
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de