05:12 24 Mijdar 2017
Zindî
    Ala Kurdistanê

    PDK: Me divê Tirkiye û PKK vegerin bo gotûbêjên aştiyane

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 165 0 0

    Piştî êrîşa firokeyên artêşa Tirkiyê ya li dijî baregehên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê, Fraksiyona PDK’ê di daxuyaniyekê de ragihand: `Mixabin careke din bijardeya şer di navbera dewleta Tirkiyê û PKK’ê de wek tekane bijarde bo çareserkirina pirsgirêkan hat bikaranîn.

    Ezmûna bi dehan salan ji şerê di navbera herdu aliyan de, ji bilî kûrkirina pirsgirêkan ti encamekî din yê erênî nedaye.`

    Firaksiyona PDK’ê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku vegera li gotebêjên aştiyane di berjewendiya herdu aliyan de ye.

    Fraksiyona PDK’ê di daxuyaniya xwe de wiha domand: `Em ji herdû aliyan daxwaz dikin dest ji bijardeya şer berdin, herwiha dilgiran in ku rewş gihîştiye vê qonaxa metirsîdar.

    Fraksiyona PDK’ê daxuyaniya xwe wiha qedand: `Di dawiyê de, em hêvîdar in ku asayiş û aramî di zûtirîn dem de asayiş li navçeyê vegere.`

     

    Bi heman mijarî:

    Piştî kirîza serokatiyê, `PDK wê xwe zêdetir nêzîkî YNKê bike`
    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PDK pîrozbahiya HDPê dike
    Naveroka civîna PDK û PDKÎ
    Serokê PDK-Tyê: HDPê benda hilbijartinê derbas neke baştir e
    Para PDK-Sê û dema kongreya ENKSê diyar bû
    Berpirsekî PDK bi tundî bersiva Kalkan dide
    PDK dixwaze li Kurdistanê sîstema serokatiyê bidome, lê partiyên din dij derdikevin
    Serokê Fraksiyona PDKê: PDK ti carî wê yekê qebûl nake
    Etîketan:
    Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de