01:43 26 Gulan 2018
Leşkerên tirk

Li Amedê şer û pevçûn; 2 fermandarên Tirk hatine kuştin

© REUTERS / Murad Sezer
Kurdistan
Lînkê kurt
0 0 0

Gerîlayên PKK’ê li ser rêya Amed û Bîngolê bi wesayitek bombebarkirî êrîş birin ser Tîmên Taybet ên artêşa Tirkiyê û di encam de 2 efser hatine kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li gor daxuyaniya Serfermandariya Artêşa Tirkiyê, doh bi şev demjimêr 22:30 xulekan de li nêzîk navçeya Lîcê, li ser rêya Amed û Bîngolê gerîlayên PKK’ê rê birîn. Tîmen taybet ên jendermeyên artêşa Tirk mûdaxeleya deverê kirin.

Li gor daxuyaniyê di wesayita leşkerî de bombe teqiya û dû re jî bi wesayitek bombebarkirî êrîş pêk hat. Di encama êrîşê de wesayitek Akrep qulipî û tê de 2 efserên artêşa Tirkiyê mirin û yek jê giran 4’ên din jî birîndar bûn.

Hate gotin ku birîndar rakirine nexweşaxnaye Amedê.

Ji aliyê din ve hate gotin ku li taxa Baglar a Amedê kesên çekdar êrîşê Navenda Polîsan kirine, pevçûne derketiye, lê di encam de êrîşkar paşde vekêşiyane.


Bi heman mijarî:

Karsazên Amedê: Bila meclîs demildest bê vekirin
Parlamentera Amedê, Feleknaz Ûca: Ez dixwazim bi kurdî sond bixwim
PKK: Êrişên Amedê ragihandina şer e li dijî gelê kurd
Jinên Amedê rêjîma Îranê protesto kir
Yekemîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê wê heftiyek bidome
Li Amedê Konferansa Jinûveavakirina Kobanê birêve çû
Etîketan:
Tirkiye, Kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de