05:02 22 Mijdar 2017
Zindî
    jinên kurd-ypg-ypj

    YPG: 3 gund û riyeke stratejîk hatin rizgarkirin

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 15811

    Li Hesekê hêzên YPG’ê pêşve diçin û li derdora Sirînê hêzên YPG’ê 3 gund û hin riyên stratejîk ji çeteyan rizgarkirin. Di pevçûnan de bi dehan çete hatine kuştin YPG’ê kuştina 34 tesbît kiriye.

    Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê têkildarî şer û pevçûnên 24 saetên dawî li Hesekê û Kobanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragîhandina YPG’ê ku li ser malpera fermî hate weşandin wihaye: ̎Operasyonên hêzên me ya li hember çeteyên ku hewldidin navenda Hesekê dagir bikin dabûn destpêkirin, berdewam dike.

    Di operasyonên li hember çeteyên ku di navenda Hasekê de hatibûn dorpêçkirin tên meşandin de çend noqteyên din ji çeteyan hatiye rizgarkirin. Hêzên me yên ku ji milê rojava ve ber bi taxa Xwêran pêş dikevin, Çerxeriya taxa Neşwê ya Xerbî jî xistin bin serweriye xwe de. Hejmara kuştî û birîndarên di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin.
    Îro di demjimêrên siharê, di navbera hêzên me yên ku di taxa Neşwê ya Xerbî de pêş dikevin û komên çete de pevçûn rû daye. Di van pevçûnan de 2 rêhevalên me yên ku bi wêrekiyekî mezin têdikoşiyan bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.

    Bi heman mijarî:

    YPG nêzîkê paytexta DAIŞ’ê dibe
    Hesekê – YPG û DAIŞ tax bi tax şer dikin
    `DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’e çekên kimyewî bi kar anî`
    YPG: DAIŞ li Hesekê û Til Berak çekên kîmyewî bi kar anî
    YPG: Şer û pevçûnên Hesekê berdewam dikin
    YPG û Volkana Feratê tevahiya Eyn Îsa ji destê DAIŞê derxistin
    YPG û artêşa Sûriyê li ser şerê DAIŞê rêkeftinek îmze kirin
    YPG: Li Hesekê 4 çekdarên DAIŞê hatin girtin
    YPG: Di operasyonên Kobanê de 80 çete hatin kuştin
    YPG: 30 çekdarên DAIŞê hatin kuştin
    Etîketan:
    Hesekê, Operasyon, YPG
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de