06:30 23 Mijdar 2017
Zindî
    HDP mîtîng hilbijartin

    DBP: Em ê têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind

    © Foto: Gulnush Ergul
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 189 0 0

    DBP'ê nerazîbûneke tund nîşanî bomberdûman û binçavkirinan da û destnîşan kir ku AKP 'hikûmeta şer' e. DBP'ê xwest dawî li bomberdûmanê bê anîn, binçavkirî serbest bên berdan û diyar kir ku ew têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind.

    Hevserokên Giştî yên Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Emîne Ayna û Kamûran Yuksek, der barê bomberdûmana li hemberî qadên gerîla û operasyonên qirkirina siyasî de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hikûmeta di her firsendê de îdîa dike ku wê 'pêvajoya çareseriyê' bi biryardariyeke mezin bimeşîne, mîna her carê soza xwe bi cih neaniye û hat destnîşankirin ku astengkirina hevdîtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzer, malbat û heyetê re, sînyalên li ser destpêkirina şer bûn.

    Hevserokên DBP'ê diyar kirin ku bi pratîka xwe ya 3 salên dawî re dewlet bi ti awayî li gorî agirbestê tevnegeriya ye û gotin, "Bi vegera ji Mutebeqeta Dolmabahçeyê re, hikûmetê li pêş çavê tevahiya cîhanê biryardayîna xwe jî pûç kiriye. Hikûmeta heyî careke din nîşan daye ku hikûmeteke şer e û destnîşan kiriye ku çi dibe bila bibe ew ê li welêt kaosê derxîne."

    Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di bin navê 'pêvajoya çareseriyê' de hewl hatiye dayîn pirsgirêka Kurd bê marjînalkirin û hat gotin, "Di çalakiyên ku gel nerazîbûnên xwe yên demokratîk nîşan daye de, bi dehan mirov ji ber bombeyên gazê birîndar bûne û hatine qetilkirin. Dewleta TC her çend îdîa bike ku di nava agirbestê de ye jî, qetlîamên xwe yên li hemberî extiyar, ciwan, zarok û jinan dewam kiriye. Li hemberî rastiay gel ê berxwedêr, polîtîkayên şer careke din xistiye meriyetê."

    DBP'ê da zanîn ku AKP'ê mîna sala 2009'an serî li operasyonên qirkirina siyasî daye û got, "Ji aliyekî ve behsa demokratîkbûyîn û siyaseta demokratîk dikin, lê li aliyê din mirovên siyaseta demokratîk dimeşînin binçav dikin û digirin. Ev lîstikeke gelekî qirêj e. Divê were zanîn ku gelê Kurd ê roj bi roj polîtîk dibe, wê vê helwestê qebûl neke û lîstikê pûç bike."
    Hevserokên DBP'ê xwestin dawî li bomberdûmanê bê anîn û binçavkirî serbest werin berdan û got, "Em dibêjin ku li dijî vê hişmendiya hewl dide welêt ber bi kaosê ve bibe, em ê têkoşîna xwe derxînin asta herî bilind, bang li gelê xwe dikin ku di dijî binçavkirin û konsepta şer, nerazîbûna xwe nîşan bide û têkoşînê bilind bike."

    Bi heman mijarî:

    Rêvebirya HDP civînek ewarte derbarê bûyera li Pirsûsê lidarxist
    Çaglar Demîrel : `İhtimal tune ku HDP bi AKP re koalisyon çê bike`
    Eksper: `Koalîsyona HDP û AKP real e`
    Karasû: HDP karekî xelet dike
    Medyaya cîhanê: HDP kabûsa Erdogan e!
    TEV-DEM'ê piştgirî da HDP'ê
    Înanir: Divê her kes li dora HDP’ê bibe yek û xwedî li dengên xwe derkevin
    Karlsson: Eger HDP bendê derbas bike Erdogan nikare pergala dixwaze ava bike
    Karayilan: HDP bi %11ê dengan nikare bendê derbas bike
    Etîketan:
    Kurdistan, Tekoşîn, DBP
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de