16:35 21 Mijdar 2017
Zindî
    Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî

    Barzanî daxwaza ragirtina êrîşa firokeyên Tirkiyê kir’

    © AP Photo/
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwendiya telefonî de ji Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu xwestiye ku êrîşên hewayî yên li ser sînorê herêma Kurdistanê û li dijî kampên gerîlayên PKK'ê rawestîne.

    Hate gotin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di pêwendiya telefonî de ji Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu xwestiye ku êrîşên hewayî yên li ser sînorê herêma Kurdistanê û li dijî kampên gerîlayên PKK’ê rawestîne. Piştî êrîşa hewayî ya balafirên şer ên artêşa Tirkiyê ya li dijî kampên PKK’ê li ser sînorê Bakûr û Başûrê Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu pêwendiyek telefonî de mijar xistine behs. Derbarê pêwendiya telefonî de çavkaniyek ji Serokatiya Herêma Kurdistanê bo BasNewsê axivî û got ku Barzanî ji Tirkiyê daxwaz kiriye ku bombebarana ser herêma Kurdistanê û kampên PKK’ê bide rawestandin.

    Çavakanya navborî diyar kir ku Barzanî ji Davutoglu re gotiye divê pirsgirêk bi şêweyek aştiyane bêne çareserkirin û dabare helwesta xwe ya ji bo çareseriya aştiyê aniye ziman û gotiyeku ew dixwazin pirsa Kurd li Tirkiyê bi aştiyane bê çareser kirin, çek neyê bikaranîn. Şevê din firokeyên artêşa Tirk çendîn qadên ser sînorê herêma Kurdistanê bombebaran kirin û medya Tirk jî îdîa kir ku Serokwezîr Davutoğlu derbarê mijarê de Mesûd Barzanî agahdar kiriye.

    Bi heman mijarî:

    Tirkîye êdî ji bo Rojavayê welateke pêbawer nîne
    Perspektîvên navbeynkarîya hevbeş a Tirkîye û Îranê
    Barzanî: Cihê yên wek DAIŞê li Kurdistanê tune ye
    Muhsin Se’dun: Ji ber ketina Mûsilê tawanbarkirina Barzanî biryareke sîyasî ye
    Tevgera Gorranê li ser Barzanî razî ye lê mercên wê hene
    Nêçîrvan Barzanî: PKK li Başûrê Kurdistanê mêvan e
    Etîketan:
    Davûdoglû, Barzanî, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de