14:18 24 Mijdar 2017
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Karsazên Amedê: Bila meclîs demildest bê vekirin

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    0 142 0 0

    Karsazên Amedê bal kişandin ser rewşa aloz a li Bakurê Kurdistanê û daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de karsazan eşkere kirin ku rewşa heyî metirsîdar û zêdebûna bûyeran dibe sedema kaosan û divê dawî li bûyeran were.

    Karsazên Amedê bal kişandin ser rewşa aloz a li Bakurê Kurdistanê û daxuyaniyek belav kirin. Di daxuyaniyê de karsazan eşkere kirin ku rewşa heyî metirsîdar û zêdebûna bûyeran dibe sedema kaosan û divê dawî li bûyeran were. Gelek saziyên karsaz û bazirganiyê yên Ameda Bakurê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar belav kirin û di daxuyaniyê de ragihandin ku ew ji rewşa siyasi bi fikar in û divê dawî li rewşa kaotîk bê anîn û rêya diyalogê bê vekirin. Her wiha karsazan dan zanîn ku zêdebûna buyeran rewşa aram ji holê radike û divê ev yek bi dawî bibe.

    Di gel Cûreya Bazirgan û Pîşesziyê ya Amedê, Yekîtiya Cûreya Esnaf û Senetkarên Amedê, Komeleya Pîşesaz û Bazirganên Başûrê Anatolyê,Komeleya Karsaz û Pîşesazên Ciwan ê Rojhilata Navîn 20 komeleyan bi serenava “Ew roj ne sibehê ye îro ye” daxuyaniyek dan û di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê kirin ku ji ber pevçûn û buyerên dawî yê li welêt ew bi fikar in û rewş tûşî şerê navxweyî dibe û divê destûra wê yekê neyê dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew ê gotinên tund, nedîtina pevçûnan arîşeya çareser neke û çareserî di feraseta tolere deye û dive partiyên koma wan di meclîsê de hene divê beriya vebûna dîroka meclîsê ya fermî derbasî meclîsê bibin û demildest çareseriyekê ji rewşa heyî re bibînin. Her wiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku divê danûstendinên proseya çareseriyê yên bi dawî bibûn dîsa dest pê bikin û divê bi kurdên Rojava jî re peywendiyên baş bêne duristkirin û kurdên Rojava weke xetere neyên dîtin.

    Bi heman mijarî:

    Kurdistan derbazî xwefînasekirênê bu
    Îran û Kurdistan dest bi pevguhertina girtiyan dikin
    DAIŞ gefan li xelkê Bakûrê Kurdistan dixwe
    Peywendiyên Kurdistan û DYA di berzbûnê de ye
    Dr. Bêwa Xenesî: Kurdistan rojane nêzî 500 hezar bermîlên neftê dişîne bazarên cîhanê
    Kurdistan: demokratiya êlî an sîstêma serokatiyê?
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de