11:23 21 Mijdar 2017
Zindî
    PêşmergeÎran

    Dr.Kawe Ezîzî : Hêzên bîyanî li pêşîya derbazbûna pêşmerge rêgir in

    © AP Photo/ © AP Photo/ Ronald Zak
    1 / 2
    Kurdistan
    Lînkê kurt
    Osman Başqalî
    0 1501

    Dr.Kawe Ezîzî : Îran, rejîma Beşar Esed û Amerîka li dijî wê yekê ne ku hêza pêşmergeyên Rojava derbasî Rojava bibe

    Partîyên sîyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê ji destpêka serhildana şoreşa gelê Sûrîyeyê bi ser dû baskan de dabeş bûne û her baskekê jî civatek taybet avakirî ye (Civata Gel û Civata Nîştîmanîya Kurd li Sûryeyê), her weha her civatek xwedî hêzeke çekdar a taybet e:  Civat Gel TEVDEM hêza YPG û YPJ heye û ENKS jî hêzeke bi navê hêza pêşmerge heye.

    Dr.Kawe Ezîzî endamê Serkirdatîya Partîya Demokrat a Kurdistanê ya Sûrîyeyê ku mezintrîn partîya di nav  ENKS`ê de ye, dîyar kir ku hêza pêşmergeyên Rojava li Herêma Kurdistanê çend hezar kes e û roj bi roj ew hêz bêtir dibe û niha bêtirî 60 kîlomêtreyan li bakûrê Mûsilê li hemberê terorîstên DAÎŞ`ê şer dikin. Dr.Kawe Ezîzî ji bo Sputnîk Kurdistan got ``Heta niha PYD ê rê nedaye hêza pêşmergeyên Rojava derbasî navçeyên Rojava bibe, ji ber ku ev pirsekî navdewletî ye,li deverên bin kontrola PYD`ê de hêza dewleta Sûrîyeyê heye, Îran heye û di heman demê de jî Amerîka rolek mezin heye ew jî rêgirîyê dike. Lê, pêwîst e ku Herêma Kurdistanê jî qaîl be û piştgirîya derbasbûnê bike. 

    Sebaret çek û mûçeyên hêza pêşmergeyên Rojava li Herêma Kurdistan, Dr. Kawe Ezîzî got``Ew hêz ji alîyê wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê hatîye pir çekkirin û mûçeyan jî jê re dabîn dike û mesq û rahênanên leşkerî jî encam dane û hêzekî şerker e û amade ye. Her wisa got: ``Eger hêza Pêşmergeyên Rojava derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, wê bibe sedema diristbûna bawerîya xelkê Rojava ku vegere bo ser mal û warên xwe û rewşekî aram çêbibe. Ew hêz naçe ji bo li gel YPG ê şer bike, ew ê biçe ewlehîyê dabîn bike û alîkarya YPG ê bike û eger herdû hêz biben yek, bi piştevanîya Herêma Kurdistanê û welatên hevpeyman kes nikare hêza Kurdan li Rojava bişkîne.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Kerkûkî: Welatên hevpeyman zanyariyan ji Pêşmerge werdigrin
    Jinên êzîdî dîrokê zindî dikin: Dibin Pêşmerge
    `DAIŞ’ê li dijî Pêşmerge û YPG’e çekên kimyewî bi kar anî`
    Rûsya eşkere kir ku çima çekan nade Pêşmerge û şervanên kurd
    Mûsil - Sibeha zû êrişî Pêşmerge kirin, 10 kuştî dan
    Pêşmerge êrişî DAÎŞê kir
    Xurmatû/Kerkûk – Pêşmerge êrişeke berfireh a DAIŞê şikand
    Zêbarî: Bexdayê ti astengiyek ji bo çekên Pêşmerge çênedikir
    Almanya 60 ton çek bo Pêşmerge şand
    Nêrîna partiyan derbarê çûna pêşmerge bo Rojava
    Etîketan:
    Astengî, Pêşmerge, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de